Derbarê çarenûsa hersê gerîlayên ku 26’ê Tîrmehê li derdora gundê Bêxme yê navçeya Xelîfan rastî êrişa hêzên PDK’ê hatibû, û têkilî bi wan re qut bûbû, şahidan agahiyên nû parve kirin.
Çavkaniyên xwecihî ji gundê Bêxme yê navçeya Xelîfan a Hewlêrê derbarê çarenûsa her sê gerîlayan de, zanyariyên nû dan Rojnewsê.
Li gorî çavkaniyên ku şahidî li êrişa hêzên PDK´ê li dijî gerîlayan kirine, 26´ê Tîrmehê sê gerîla bi peyatî di derdora gundê Bêxme re derbas dibûn: “Diyar bû ew ji cihekî dûr dihatin û westiyabûn. Li nêzî gund hêzek zêde ya PDK’ê dor li hersê gerîla girt û gule li wan barandin.”
Şahidê ku ji tirsa PDK´ê nexwest navê wî bê eşkerekirin, got, gerîlayan li hemberî êrişê xwe parastiye, lê hêzên PDK’ê bi çekên giran êrişa xwe domandine.
Şahidan medyaya PDK’ê û rayedarên PDK’ê yên digotin “gerîlayan li Bêxme êrişî pêşmergeyan kiriye” li derewê qeliband û got, “Ev îdîa derew in. Hersê gerîla wek rêwî di wir re derbas dibûn. Lê hêzên PDK’ê êrişê wan kir.”
NAVENDA NÛÇEYAN