Şahbanûya li ser text

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 22 Cotmeh 2024 - 00:54

  • Li Panamarca ku li welatê Perûyê dimîne, odeyeke ku textê şahbanûyekê lê ye hate kifşkirin. Her wiha li ser dîwarên bi kerpîç gelek resmên ku çanda Moche temsîl dikin jî hatine dîtin. Ev resm û ode di derbarê hişmendiya zayandî ya heyî de kifşên nû ne ku berê li Perûyê nehatine dîtin.

Lêkoler ango erkeologên Perûyê di lêkolînên xwe yên dawî de tiştekî nû kifş kirin. Wan li Newala Nepena ango Panamarca, li ser girekî odeyeke nû kifşk kir ku çanda Moche temsîl dike. Di odeyê de li ser dîwarên kerpîç resmên bi reng jî hatine çêkirin û her hiwa textek heye ku dîsa çand û şaristaniya Moche nîşan dide. Ev text textê şahbanûyê temsîl dike. Xelkê Moche Piştî Mîladê di navbera sala 350 û 850’an de li Peruyê hikmê xwe kiribû. Di derbarê çand û jiyana şaristaniya Moche de di van salên dawî de gelek berhem hatine dîtin lê ev odeye nû ku weke text hatiye sêwirandin kifşeke nû û balkêş e di vî warî de.

Li Panamarca dîwarên bi resm cara ewil di sala 1950’î de têne dîtin. Çanda Moche bi menzereyên xewşik, mîmariyeke balkêş, hunereke kamil û nîgaşên olî pirr dewlemend e. Li gorî ku lêkoleran ev resm an jî berhemên ku hatine dîtin; “Şeravan û rahîban temsîl dikin. Şerê di navbera insanan de. Her wiha mirovên ku du rûyên wan hene hatine teswîrkirin di van resman de. Wekî din fîgûrên cuda hene ku merasîmên Moche temsîl dikin.” Lê ji xeynî van berheman odeyeke ku textê şahbanûyê lê dimîne cara ewil e li Panamarca tê dîtin. Beriya niha tiştekî bi vî rengî li Peruyê nehatiye kifşkirin.

‘Salona Xeyalî ya Moche’

Ev kifşa nû ji hêla projeya “Menzereyên Arkeolojîk ên Panamarca” hatiye kirin ku ew ji sala 2018’an û vir ve li berhemên şaristaniyên beriya Kolomb dikolin. Arkeologên Perûyî û Emerîkî di vê projeyê de dixebitin. Odeya ku textê şahbanûyê lê ye li cihê ku jê re “Salona Xeyalî ya Moche” tê gotin hatiye dîtin. Textê ku li ser dîwarê kerpîç hatiye teswîrkirin ji çar sehneyan pêk tê. Di her sehneyê de jineke bê hêz hatiye teswîrkirin. Di resmên li ser dîwar de heyv, behr û mexlûqên ecêb hene. Her wiha fîgûrên ku hunera tevnsaziyê temsîl dikin jî hatine sêwirandin. Wekî din şahbanûyên ku li ser text rûniştine jî teswîrên xweşik ên li ser van dîwaran in.

Hişmendiya zayendî ya heyî serobino dike

Li Panamarcayê di demeke nêz de resmên ku jinên cuda yên bi karê tevnsaziyê re mijûl dibûn jî hatibûn dîtin. Ev jin li kargehekê bi karê tevnsaziyê re mijûl dibin. Li kêleke van resman merasîmên ku mêr tê de cih digirin û taca şahbanûyê jî li gelek deveran hatiye teswîrkirin. Lisa Trever ku niha li Zanîngeha Columbia weke profesorê hunera dîrokê kar dike di derbarê van kifşan de dibêje; “Panamarca dîsa weke her car me matmayî dihêle. Tenê behsa şêwekarên ku van resman li ser dîwaran xêz kirine nakim, berhemên antîk ên çanda Moche di derbarê rolên zayendî de jî hişmendiya me ya heyî serobino dike û tiştekî nû fêrî me dike.”

Mîtolojî an jî rastî?

Lêkoler niha li ser odeya ku resm û text lê ne dixebitin û dixwazin tiştekî ji hev derbixin. Ji lewra ew hîna jî tênegihiştîne gelo ev fîgûr mîtolojîk in an jî şahbanûyên jidil in. Lê li gor rewşa fizîkî ya textê li odeyê hin nîşane hene ku ev text ji hêla şahbanûyên jidil ve hatine bikaranîn. Ji lewma textê ku hatiye dîtin bi morîkan hatiye xemilandin û hin şopên din jî nîşan didin ku gelek carî şahbanû li ser text rûniştiye. 

Niha kes nikare here van kifşên nû yên çand û hunera Moche bibîne. Yanî ev resmên li ser dîwaran hîna jî ji bo xelkê nehatine vekirin û ji bilî lêkoleran kes nikare wan bibîne. Jessica Ortiz Zevallos ku yek ji rêvebirên projeyê ye li ser vê yekê dibêje; “Heger ev resm bi awayekî baş neyên parastin ew ê ev resm jî eynî weke yên ku di sala 1950’î de hatibûn dîtin xera bibin û hilweşin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.