Şabûna zarokan

În 18 Sibat 2022 - 22:42

  • 855 çenteyên diyarî ji bo zarokên Mexmûr û Şengalê gihiştîn ciyê xwe. 

MURAT MANG

Di navbera 1’ê Mijdar û 12’ê Kanûna 2021’an de li Elmanya ji bo zarokên Mexmûr û Şengalê kampanyaya xelata çenteyên zarokan ya bi navê “Keneke weke xelatê bide” hat organîzekirin. Di nav vê kampanyayê de malzemeyên dibistanê, macûn û firçeya ji bo diranan, çîkolet, melhema birînan û cilên zivistanê tev bi hevre xistin 855 çenteyan û van çenteyan şandin Mexmûr û Şengalê.

Berdevka “Înîsiyatîfa Aştî û Hêvî ya ji bo Kurdistanê” (KBUI) Emîne Gozen derbarê xelatên ji bo zarokan de axivî û got, “Em pirr kêfxweş in ku li gel hemû zext û zorî diyariyên me gihiştin ber destê zarokên Mexmûr û Şengalê.”

Li gel zahmetiyan xwe gihandin kampan

Emîne Gozen da zanîn ku li 4 dibistan û 5 jî pêşdibistanan 755 çente belav kirine lê ji bo Şengalê tiştên ku plan kirine neçûye serî û ji ber şertên neyênî hin çente negihîştine Şengalê. Lê wan li gel hemû zehmetiyan jî xwe gihandine Kampa Aştî ya li Silêmaniye ya ku 180 malbatên Şengalî li wir dimînin. Emîne Gozen wiha dewam kir, “165 çente li dibistana Şehid Mihemed Karasungur, 170 çente li dibistana Şehîd Salih Kandal, 105 çente li dibistana Şehîd Mehmet Kurt, 140 çente li dibistana Dr. Nûrî Dersîmî û li dibistana Şehîd Nûjîn, Mizgîn, Evîn, Kamuran û Çîçek jî 175 çente hatin belav kirin. Her wiha li Kampa Aştî ya ku bêhtir gelê me yê Êzîdî lê dimînin jî 100 çente hatin belavkirin.”

‘Moral û motîvasyoneke baş çêkir’

Delîl Tok ku li Kampa Mexmûrê, li lîseya Şehîd Koçerîn mamostetiyê dike diyar kir ku ev xelat bi zarokan re moral u motîvasyoneke baş çêkirine û gelek kêfa zarokan anîye. Mamoste Delîl Tok bal kişand ser jiyana di bin ambargoyê de û wiha peyivî, “Ambargo wek di hemû qadên jiyanê de di warê perwerdeyê de jî encamên ne baş derdixe holê. Li vir em çawa ku di hepseke servekirî de bin dijîn. Aha di atmosefereke wiha de xelatên ji bo zarokan tên şandin moraleke mezin dide zarokan. Nexasim dema ev xelat bi destên Kurdan û dostên wan tên ji me re ev bêhtir kêfa me tîne. Di warê teorîk de em baş in lê di hêla malzemeyan de û di warê pratîkî de ji ber ku hin alavên me kêm in em neçar in.”

‘Rewşa yên kampê dijwar e’

Me bi riya telefonê xwe gihand Kampa Aştî û em bi Kawa Êzîdî re jî axivîn. Kawa Êzîdî jî behsa belavkirina diyariyan kir û got, “Zarok bi van diyariyan pirr kêfxweş bûn.” Kawa Êzîdî got ku ewê hewl bidin xwe bigihînin herêmên weke Bazîyan, Tassuca û Kenekawa jî û li vir jî van diyariyan belav bikin. Ji ber zarokên li wir zêde bûne wan tenê serê malbatê çenteyek li wan belav kiriye.

Êzîdî wiha axivî, “Di dawiyê de tiştê me plan kir çû serî û me li 100 malbatên Êzîdî çenteyan belav kir. Malbat jî spasiyên xwe pêşkeş kirin. Li Silêmaniyê 400 malbatên Êzîdî hene. Lê yên li kampê dimînin rewşa wan pirr dijwar e. Demek berê jî dîsa hin cilûberg weke diyarî hatibûn û me wan li 120 malbtan belav kiribû.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.