Sabir Kurdîstanî hat bibîranîn

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 16 Tebax 2021 - 23:37

Li bajarê Kerkûkê bi minasebeta yekemîn salvegera wefata hunermend Sabir Kurdistanî merasîmeke bîranînê bi pêşengiya “Sendîkaya Hunermendên Kurdistanê” şaxa Kerkûkê li Navenda Rewşenbîrî ya Kerkûkê hat lidarxistin.

Gelek hunermend û kesayetî tevlî merasîmê bûn. Di merasîmê de hunermendên amade stranên hunermend Kurdistanî pêşkêş kirin. 

Têkildarê merasîma bibîranînê berpirsê Sendîkaya Hunermendên Kurdistanê şaxa Kerkûkê, Sîrwan Omer got, “Em wek Sendîkaya Hunermendên Kerkûkê di salvegera wefata hunermend Sabîr Kurdistanî de merasîmekê li dar dixin, tişta em îro pêk tînin xizmeteke piçûk e li hember ked û xebata hunermendê mezin ya ji bo bajarê Kerkûkê û hunerê Kurdî.”

Omer di dewamê de bal bire ser bibîranîna hunermendan û wiha pêde çû: “Mamoste Sabîr Kurdistanî di hêla meqambêjî, nivîsandin û gotina stranan de pirr mezin û berhemdar bû. Em bibîranîna wî weke erkekê li ser milê xwe dizanin. Ji bo siberojê pîlanên me hene ku ji bo hunermendên vî bajarî ku xizmeta hunerê Kurdî kirine, merasîman li dar bixin.”

Hunermendê navdar Sabîr Kurdistanî di dawiya Tîrmeha 2020’an de bi şewba koronayê ketibû û piştî 10 rojan li nexweşxanê mabû, wefat kiribû.

ANF/KERKÛK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.