Rûyên jin ê graffîtiyên Kabîlê

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 23 Çile 2021 - 02:59

  • Têra xwe metnên bi alfabeya min bi xwe hene di hunerê min de, bi zimanê Darî. Ez tiştên weke “Çivîkên ne ti neteweyî, ji bo bixwînin dengê wan nîne” dinivîsim.

Şemsiye Hesenî (Shamsia Hassani, bi navê bi rastû Ommolbanin Hassani) li Efxanistanê hunermendeke graffîtî û hunerê kolanê ye. Ew di heman demê de dersdar e li Zanîngeha Kabîlê ji bo şêwekarî û xêzkirinê. Ew sala 1988’an hatiye dinê û ev bêhtirî 10 salan e ku çalak e di warê hunerê kolanê de. 

Şemsiya Hesenî ew kes e ku hunerê kolanê li Efxanistanê û nexasim li Kabîlê populer kiriye. Wê hunerê xwe li derveyî Efxanistanê jî nîşan daye: Hindistan, Îran, Elmanya, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, Swîsre, Vîetnam, Norwêc, Danîmarka, Tirkiye, Îtalya, Kananda. Şemyiye Hesenî dibêje, ew hunerê xwe dike da ku bîreweriya salên şêrî hebe. 

Şemsiye Hesenî ya ku malbata wê ji Kandaharê ye, ji ber şerî li Îranê penaber bûn. Yanî, ew jî li Îranê mezin dibe. Gava ku ew di sinifa 9’an de bû, nekarî biçe dersên huner, lewma destûra Efxanên li Îranê nebû biçin van dersan. Gava ku sala 2005’an ew vegeriya Kabîlê wê li Zanîngeha Kabîlê  huner xwend. 

Vegera nû û xurt a jinan

Wê piştre li heman zanîngehê ders dan û niha doçenta huner û xêzkirinê ye li zanîngehê. Graffîtî û wêneyên li ser dîwaran ên rengîn ên Şemsiye Hesenî, li gorî dibêje, ji bo nixumandina rewşa neerênî ya şerî bûye. Ew dibêje, “Tesîra resm ji ya gotinan bêhtir e, û ev rêyeke dostanî ya têkoşînê ye.” Ew hunerê xwe ji bo têkoşîna xwe ya ji bo mafên jinan li Efxanistanê bi kar tîne. 

Şemsiye Hesenî bi pirranî wêneyên stîlîzekirî, yên abîdewarî yên jinên Burqa li ser dîwaran xêz dike. Ew dibêje, “Ez dixwazim nîşan bidim ku jin li civaka Efxan vegeriyane, û vê carê bi şiklekî nû û xurt. Ev jineke nû ye. Jineke têr enerjî, dixwaze ji nû ve dest pê bike. Ez bawer dikim, gelekan trajediyên jinên li Efxanistanê ji bîr kirine. Ji ber wê, ez şêwekariya xwe bi kar tînim da ku vê bi bîr bixim. Bi jinên burqa li wan, li her derê, ez dixwazim mijarê di nava civakê de derxim pêş. Û ez hewl didim wan ji ya rastî mezintir nîşan bidim; bi şiklên modern, bextewer, belkî xurttir. Ez hewl didim bikim ku xelk li wan bi awirekî din binihêre.”

Dîwaran direngîne

Gava jê re dibêjin, bi tehlûke ye jinek li Kabîlê hunerê kolanê bike, ew dibêje, “Carinan mirov tên û min tacîz dikin. Ew nafikirin ku di Îslamê de mafê jinekê hebe li kolanê bisekine û hunerê graffiti bike.” 

Gava Los Angles Timesê (16´ê Adara 2016´an) jê pirsîbû ka ew hêmanên hunerê graffîtî çawa di hunerê xwe yê li atolyeyê de bi cih dike, wê gotibû, “Esas, ez wêneyan gelekî bi lez xêz dikim, ji ber ku li kolanan hînî vê bûme. Û karê min jî esas bêhtir karê resmandina li ser dîwaran e û di navê de hin hêmanên hunerê graffitî hene. Ez boyaxa sprey bi kar tînim. Û ez firçeyeke ji bo boyaxên avî û hin qaliban bi kar tînim. Têra xwe metnên bi alfabeya min bi xwe hene, bi zimanê Darî. Ez tiştên weke ´Çivîkên ne ti neteweyî, ji bo bixwînin dengê wan nîne´ dinivîsim. Hevokên cihê. Ew [çivîk] hemû hepsî ne. Dengê wan ji bo bixwînin û bixwirin nîne; ew bê netewe ne.”

Berhemên wê li seranserê dinyayê îlham da bi hezaran jinî û hêviyeke nû da hunermendên jin ên Efxan. Wê bi sedan jinên Efxan teşwîq kirin da ku afirîneriya xwe bi hunerê kolanê di festîvalên graffîtî de, li sinifên dersa huner û li pêşangehan îfade bikin.  

FRANKFURT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.