- Ingilîstanê ev peymana bi Ruwandayê re ya ji bo teslîmkirina penaberên bi rêyên qaçax xwe digihînin welêt, imze kir, ji bo ku penaberan bitirsîne.
Piştî ku hikûmeta Ingilîstanê ya bi rêveberiya Boris Johnson, bi Ruwandayê re peymanek li ser şandina vî welatî ya penaberan mohr kir, her kes li bendê bû ku penaberên hewl didin xwe di ser Kanala Manşê re bigihînin Ingilîstanê kêm bibin. Lê li gorî daneyên rêxistinên ne hikûmetî yên alîkariyê, qaçaxçiyan piştî vê biryarê bêhtir penaber di Kanala Manşê re derbasî Ingilîstanê kirine.
Ingilîstanê ev peymana bi Ruwandayê re ya ji bo teslîmkirina penaberên bi rêyên qaçax xwe digihînin welêt, imze kir, ji bo ku penaberan bitirsîne.
Lê diyar e hesabê wê li hev derneketiye. Lewma li gorî daneyên fermî yên Ingilîstanê û rêxistinên civaka sivîl di van çend rojên dawiyê de bêhtirî hezar penaberî xwe gihandiye Ingilîstanê. Yanî îsal wê rekora derbasbna penaberan a di Manşê re teqez bê şikandin.
Li gorî Steven Martin, koordînatorê Channel Rescue, rêxistineke nehikûmetî ya li Ingilîstanê ku alîkariya penaberan dike û bi hewara wan ve diçe, peymana bi Ruwandayê re hem ne exlaqî ye û hem jî mirov nikare bibêje, ji bo doza penaberiyên hûn nkarin ji sînor bi qaçaxî bibihurin. Bi ya wî ev yek hem ne xlaqî û hem jî ne insanî ye. Ew vê siyaseta hikûmeta Boris Johnson jî rûreş dike. ew nexasim jî aciz e ji ber ku artêş li ser peravan tê bicihkirin ji bo astengkirina penaberan.
Steven Martin dibêje, dîsa jî ev siyaseta hikûmeta Ingilîz bi bin ketiye, ji ber ku penaber netirsiyane û ji 14´ê Nîsanê heta 1´ê Nîsanê, tenê di nava 3 rojan de 1074 penaberan bi 29 bot û keştiyan xwe gihandiye peravên Ingilîstanê. Ew dibêje ev penaber jî bi pirranî Kurd (yên ji Başûr û hineke ji Rojhilat), xelkê Somaliyê û yên Sûdanê ne.
Weke sedem jî ew bawer dike ku qaçaxçî piştî peymanê hewl didin bêhtir pereyan bi dest bixin û bêhtir bot û keştiyan bi penaberan derbas dikin.
Steven Martin dibêje, niha êdî ji bo penaberên xwe gihandin Ingilîstanê û doza penaberiyê kirin, ji bilî rewşa giran a mana li navendên penaberan, tirsa şandina Ruwandayê jî zêde bûye; lê vê yekê penaber netirsandine, ew hîna bi komî berê xwe didin Ingilîstanê.
LONDON