• Rayedarên Ukraynî ragihandin ku Rûsyayê bi fuzeyan li baregeha leşkerî ya Lvîvê ya li ser sînorê bi Lehistanê re xistiye.

Rayedarên Ukraynî ragihandin ku Rûsyayê bi fuzeyan li baregeha leşkerî ya Lvîvê ya li ser sînorê bi Lehistanê re xistiye. Li aliyê din hêzên Rusyayê derdora Kyevê dorpêç dikin.

Hêzên Rusyayê bi fûzeyan li baregeha leşkerî ya li nêzî Lvîvê xist. Waliyê leşkerî yê herêmê, Maxîm Kozîtskiy û şaredar diyar kirin ku 9 kes di êrişê mirine, 57 kes jî birîndar bûne.

Hate ragihandin ku li baregeha leşkerî ya 20 kîlometreyan dûrî sînorê bi Lehistanê re, leşkerên biyanî jî hebûne. Wezîrê Parastinê yê Ukraynayê Oleksiy Rerznîkov got; “Rûsyayê êrişî Navenda Parastina Ewlekarî û Aştiyê ya Navneteweyî kir. Li wê derê perwerdekarên biyanî dixebitîn.”

Ukrayna esas dibêje, li vir perwerdekarên NATO´yê hene ku eskerên wê hîn dikin sîlehên NATO´yê bi kar bînin.  

Li aliyê din hêzên Rûs dorpêça li ser Kyevê teng dikin. Li gorî Serokatiya Fermandariya Giştî ya Ukraynayê, yekîneyên Rûs gihîştine taxên derdora Kyevê û eniya parastinê ya li rojava û bakur tasfiye kirine û hewl didin bajêr bloke bikin.

Rayedarên Ukraynayî leşkerên Rûs sûcdar dikin ku roja şemiyê li nêzî Kyevê di korîdoreke mirovî de yek jê zarok 7 sivîl qetil kirine.

Hêzên Rûs li rojhilatê welêt jî hewl didin hêzên Ukraynayê dorpêç bikin. Li bakur jî ber bi Xarkîvê, li başûr jî ber bi Marîûpolê bi pêş ve diçin. 

Serokkomarê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskiy yekşemê di peyameke bi dîmen de got, 12 hezar û 729 kes ji korîdorên mirovî hatine veguhestin. Zelenskiy ragihand ku ji 24’ê Sibatê ve qederê 1300 leşkerên Ukraynayî hatine kuştin. Li gorî Zelenskiy ji artêşa Rûs jî qederê 12 hezar kes hatine kuştin. Rûsyayê bîlançoya herî dawî 2’ê Adarê eşkere kir û diyar kir ku 498 leşkerên Rûs hatine kuştin. Li gorî bîlançoyeke Neteweyên Yekbûyî herî kêm 579 sivîl mirin. 

Li aliyê din hevdîtin dewam dikin; li gorî Zelenskiy Rûsya êdî ne tenê ‘ûltîmatomê dide’. Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn roja înê bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku di hevdîtinan de bipêşketin heye.

NAVENDA NÛÇEYAN