- Hêzên Rûs santrala herî mezin a nukleer Ewrûpayê ya li Ukraynayê, Zaporîzhzhya bi dest xist.
Hêzên Rûs santrala herî mezin a nukleer Ewrûpayê ya li Ukraynayê, Zaporîzhzhya bi dest xist. Wan her wiha dor jî li paytext Kêevê girt.
Organa dewletê ku santrala nukleer dixebitîne got, ''Xakên santrala nukleer a Zaporîzhzhîa ji hêla hêzên çekdar ên Federasyona Rûsyayê ve hatine dagirkirin. Personelên operasyonê, blokên enerjiyên kontrol dikin û ji bo ewlehiya kargehê, li gorî divêtiyên guherînên teknîk, dikin ku bixebite.''
Santral li başûrêrojhilatê Kîevê ye. Beriya ku santrala nukleer bikeve dest Rûsyayê êrişa hewayî çûbû ser û şewat lê derketibû. Kîevê Moskov bi 'terora nukleer' sûcdar kiribû.
Li aliyê din doh êvarî nûçe hatin belavkirin ku hêzên Rûsyayê dor li Kîevê girtine.
Şerê li Ukraynayê bi êrişa Rûsyayê 24'ê Sibatê dest pê kiribû.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron pêr êvarî bi Pûtîn û Zelenskî re bi telefonê axivî. Macron got, ''Ya herî xirab hîna wê biqewime.'' Pûtîn got, di hevdîtinê de gotiye, ew 'biryardar' in ku “operasyonê” bidomînin. Li gorî Macron armanc ew e ku tevahiya Ukrayna were dagirkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN