Rûsyayê 17 dagirker kuştin

Duşem 27 Îlon 2021 - 01:57

  • Balefirên Rûsyayê ji bilî Idliba ku ev bi mehan e bi rêkûpêk bombe dikin, pêr û doh li Efrînê jî dagirkerên Tirk bombebaran kirin. 

Balefirên Rûsyayê ji bilî Idliba ku ev bi mehan e bi rêkûpêk bombe dikin, pêr û doh li Efrînê jî dagirkerên Tirk bombebaran kirin. Di êrişa herî dawî ya li dijî gundê Beradê yê ser bi Şêrawa herî kêm 17 dagirker hatine kuştin. Li hemberî vê dagirkerên Tirk li Til Temirê gule li helîkopterên Rûsyayê reşandin. 

Balefirên şer ên Rûsyayê li Şehbayê, li ser sînorê di navbera dagirkeran û hêzên HRE´yê de pêr û doh gelek dever bombe kirin. 

Pêr hêzên hewayî yên Rûs gelek caran gundê Basilê yê ser bi Şêrawa ve bombe kir. Tevî ku li ser vê êrişê agahiyên li ser kuûtiyên dagirkeran ti agahî belav nebû. 

Li gorî çavkaniyên herêmî, di êrişên hewayî yên balafirên Rûsyayê yên li dijî gundê Beradê yên doh de, 17 dagirker hatine kuştin.

Li gorî heman çavkaniyan, di êrişan de 4 çeteyên Feyleq El-Şam, 12 çeteyên El-Hemzat, çeteyekî Ehrar Şerqiyê û 6 kesên din hatine kuştin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin, hin cenaze hîna jî di bin enqazan de ne.

Piştî vê êrişê, balafirên şer ên Rûsya li diîj nuqteyên çeteyên dagirkeriya Tirk kirin hedef.

Li aliyê din Artêşa Tirk û çeteyên wê li Til Temirê li helîkopterên Rûsyayê dan. Êriş nêzî gundê Dirdara yê Til Temirê pêk hat. Helîkopterên Rûsyayê li gundê Dirdara dewriye digeriyan. Helîkopteran cihên ku li wan reşandin kir hedef û balonên germê yên parastinê avêtin. Tiştek bi helîkopteran nehat, lê neçar man ku vegerin nûqteyên xwe.  

ŞEHBA/EYN ÎSA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.