Rojnamevan Ersîn Çaksû di çarçoveya êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê de bal kişand ser têkiliyên Rûsya û dewleta Tirk û got; “Rûsya ji Idlibê heta bi Eyn Îsa û Qamişlo rageşiyê bi rengekî 'bi kontrol' zêde dike. Armanc ew e ku Bakur-Rojhilatê Sûriyê di navbeyna aşên Dewleta Tirk û Şamê de bihêre. Lê dibe ku her gav her tişt ji 'kontrol'a Rûsyayê derkeve.”
Çaksû vî awayê zextê yên aliyan destnîşan dike û diyar dike ku ev awa li qada Sûrî di rojên pêşî yên sala 2021’ê de zêdetir bûne û dibêje; “Dewleta Tirk li aliyekî di serî de Eyn Îsa, êrişên xwe yên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê û Şehbayê zêdetir dike, li aliyê din jî hêzan bi ser Idlibê de dibe.
Hikûmeta Sûriyê û hêzên paramîlîter ên bi ser wê ve jî li Qamişlo provakasyonan dikin, DAÎŞ û komên din ên çete yên mîna Hurras El Dîn li herêmên cihê yên Sûriyê êrişan dikin.
Dewleta Tirk ev mehek û nîv e ku êrişên xwe li ser Eyn Îsa ya bi giringiya stratejîk zêde kiriye ku herêmên Kobanê-Reqa, Kobanê-Cizirê û Minbic-Cizîrê bi hev ve girêdide.
Rûsya êrişên Tirk ên li ser Rêveberiya Xweser weke amûra zextê bi kar tîne, ferz dike ku Eyn Îsa bi dest rejîma Şamê ve were berdan. Dema ku ev ferzkirina Rûsyayê nehate qebûlkirin êrişên dewleta Tirk domdar bûn.
Rêveberiya Xweser diyar dike, Rûsya ji bo ku hemû Bakur-Rojhilatê Sûriyê bi dest kontrola rejîmê ve berde Eyn Îsa weke 'herêma pîlot' hilbijartiye û heke di vê de bi ser bikeve, wê vê ferzkirinê li ser hemû herêmê jî bike û van ferzkirinan qebûl nake.”
Çaksû wekî din îşaret bi hewldanên provakatîf ên hin hêzên bi ser rejîmê ve dike û hin bûyerên hefteya dawî li Qamişlo dixe bin hûrbînê û van agahiyan dide: “Beriya çend rojan hin sivîl revandin û tam jî di wê wextê de li nêzî taxa di kontrola van pêxwasan de êrişek li dijî Hêzên Ewlekariya Navxwe hat kirin. Li ser vê Hêzên Ewlehiya Navxwe jî hin hêmanên hikûmeta Sûriyê û hin endamên hêza paramîlîter girtin. Li bajêr ku ev hefteyeke rageşî zêde ye, ji bo tansiyon were kêmkirin bi navbeynkariya Rûsya her çendî hevdîtin didomin jî hê encam nehatine standin.
Tê dîtin, rageşiya 'bi kontrol' a ku Rûsyayê ji serê 2021'ê ve saz kiriye rojên bê wê zêdetir bibe.”
NAVENDA NÛÇEYAN