Di 6’ê Mijdara 2022’yan de dema yasayî ya Parlamena Herêma Kurdistanê bi dawî bû û piştre temenê parlamenê û hikûmetê salekê hate dirêjkirin û hîn bi awayekî neyasayî herdu sazî karên xwe dewam dikin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 24’ê Sibata 2022’yan de bi biryarekê, 1’ê Cotmeha 2022’yan weke roja hilbijartina Parlamena Herêma Kurdistanê diyar kirîbû, lê piştre dema parlamenê hate dirêjkirin û roja hilbijartinê nehate diyarkirin. Dema parlamena Herêma Kurdistanê heta dawiya salê ye.
Giliyê biryarê hate kirin
Li dijî dirêjkirina dema parlamen û hikumetê li Dadgeha Federal ya Iraqê gilî hatiye kirin. Dihat payîn ku pêr Dadgeha Federal a Iraqê li ser dirêjkirina dema parlamena Herêma Kurdistanê bicive. Lê rûniştin heta 15’ê Adara 2023’yan hate bipaşvexistin.
NAVENDA NÛÇEYAN