- Kurd bi ruhê niştimanî û welatparêz li bajarokê Tilqebîn ê ser bi Silopiyaya Şirnexê kom bûn, li dijî erişên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê ber bi Deriyê Sînor ê Xabûrê ve meşiyan.
Kurd bi ruhê niştimanî û welatparêz li bajarokê Tilqebîn ê ser bi Silopiyaya Şirnexê kom bûn, li dijî erişên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê ber bi Deriyê Sînor ê Xabûrê ve meşiyan.
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûran Îmîr, Hasan Ozguneş, Remziye Tosûn, Ayşe Surucu, Siddik Taş, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêveberên HDP’ê û DBP’ê û gelek kesên ji Mêrdîn, Sêrt, Êlih û Amedê hatin, li bajarokê Tilebîn ê Silopiyayê kom bûn. Koma qelebalix êrişên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê li herêmên Zê (Zap), Avaşîn û Metîna yên Başûrê Kurdistanê di 17’ê Nîsanê de dan destpêkirin, şermezar kirin. Nexasim jî dayikên Kurd pêşengiya meşê kirin.
Dewleta Tirk bi hêzên xwe yên polês û cendirme hewl da pêşiyê li xwepêşandêran bike. Dayikan bang li malbata Barzanî kir da ku dawî li şerma li ser xwe ya bi hevkariya bi dagirkeran re bîne. Heta ku nûçeya me dihat amadekirin jî çalakiya Kurdan a li dijî dagirkerî û hevkariya pê re dewam dikir.
ŞIRNEX