Li Helebê ji bo malbata şehîd Amed Dêrsim (Fûad Ehmed Îsmaîl) sersaxî hat xwestin. Xelkê deverê, endamên meclis û komînan, saziyên sivîl û hêzên leşkerî yên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê beşdarî merasîma sersaxiyê ya şehîd Fûad Ehmed Îsmaîl (Amed Dêrsim) bûn. Merasîm ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve li qada Şehîdan hat organîzekirin.

Gerîlayê HPG`ê Amed Dêrsim di 23`ê Mijdara 2017`an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû.

Di merasîma sersaxiyê de, berdevka Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Fatima Îbo di kesayeta şehîd Amed de şehîdên azadiyê bi bîr anîn: “Dema em xwedî daxwazên mezin bin, divê berdêlên mezin jî bên dayîn. Ji bo wê, em rojane şehîdan didin. Me îro jî şehîd Amed da. Em soz didin ku em ê fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û rêya şehîdan bişopînin.”

Piştre li qeydeke deng a şehîd Amed hat guhdarîkirin. Şehîd Amed di qeyda deng de dibêje: “Ji dema tevlîbûna min a nava refên tevgerê de di 2016`an de, jiyana min pirr xweş bû. Min ruhê hevaltiyê nas kir.”

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehîd Amed hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

ANHA/HELEB