• Me îsal dît ku komeke temaşevanan a xurt ya ku ji Kurdî fêm dike û pirsên xwe jî bi Kurdî dike, ava bûye. Heta hin temaşevan ji ber ku siyasetvanên Kurd di mihrîcanê de bi Tirkî axivîn, aciz jî bûn û nîqaşeke bi vî awayî jî derket holê. 

ARDÎN DÎREN

Li Kurdistanê, xasma jî li bajarekî weke Amedê, ku êdî roj bi roj axaftina bi Kurdî kêmtir dibe, lidarxistina mihrîcaneke weke “FîlmAmed” ji bo me giring bû. Ji bo kesên ku nizanin, ez bibêjim, Mihrîcana FîlmAmed a Belgefilman beriya ku qeyûm şaredariyan dagir bikin, li Navenda Çand û Huner a Cegerxwîn ji hêla mamoste û şagirtan ve dihat lidarxistin. Yanî hîmê mihrîcanê ji hêla wan ve hat danîn û heta sala 2019’an jî hate lidarxistin. Lê piştî dagirkeriya qeyûman, ji ber şert û merc ne guncan bûn, mihrîcan ev çend sal bûn dihat taloqkirin. Mihrîcan îsal bi pêşengiya Komeleya Rojhilata Navîn a Sînemayê û her wiha bi hevkariya saziyên weke Şanoya Bajêr a Amedê, Zarok Ma, Navenda Dîcle Firatê ya Hunerê û Bezgîn Bekîr hate lidarxistin. Bezgîn Bekîr ne tê de, lê saziyên din piştî dagirkirina qeyûman ya şaredariyan hatin damezirandin û îro tevî astengiyan jî hewl didin xebatên xwe yên kurdewarî bidomînin.

Rêveberên Mihrîcana FîlmAmedê bi zanebûn ev sazî weke mekanên mihrîcanê hilbijartin û di nava 5 rojan de li van saziyan belgefilm nîşan dan. Ev cihên hunerî ku piştî qeyûm hatin avakirin, ji bo FîlmAmedê ku bi belgefilmên nîşan dide “hafizeyeke civakî” ava dike, weke mekanên berxwedan û her wiha hebûnê hatin pênasekirin. Tevî ku derfetên me çêbûn, em li salonên sînemayê belgefilman nîşan bidin jî me biryara vê yekê neda û me xwest em li saziyên xwe mihrîcanê organîze bikin. Ji lewma, me bi nîşandanên belgefilman ên li van mekanên berxwedanê careke din nîşan da ku Amed li hember çalakiyên qirqirina çandî yên qeyûm û walîtîyan li ber xwe dide. 

 

Em di salonên piçûk de hilnayên

Roja destpêkê ya mihrîcanê di salona Şanoya Bajêr a Amedê de cih nema, gelek temaşevanên ku hatin ji dil jî li derve man û nikarîbûn li belgefilma bi navê “Zimanê Dayikê” (Serkew Mesgarî) binihêrin. Vê ji hêlekê ve kêfa me anî û me got, va ye salonên piçûk ji me re teng in û em gelek in. Ji hêlekê ve jî em bi vê yekê êşiyan û me got, em salonên mezintir û xweşiktir heq dikin da ku em jî weke herkesî bi rehetî li film yan jî belgefilmekî temaşe bikin û li derve nemînin. Lê ji bo çend rojan be jî xelkê bêhna xwe derxist bi temaşekirina belgefilman û pirr kêfxweş bûn ku mihrîcaneke bi vî rengî piştî çend salan careke din li Amedê hatiye lidarxistin. Ji ber çalakî û konserên qirêj ên dewletê ku li Amedê tên lidarxistin, xelkê xwe dizane, gelekî bi helwêst bûn û ji lewma jî ev xelkê xwedî helwêst li mihrîcana FîlmAmedê xwedî derket û weke ku li mala xwe be hîs kir. Min ev yek di çavê gelek kesan de dît û bi vê yekê pirr kêfxweş bûm. Ji bajarên nêz ên wekî Mêrdîn, Êlih û Rihayê jî hin sînemahez hatibûn da ku li belgefilman temaşe bikin. 

 

Temaşevanên xurt û kurdewar ên FîlmAmedê

Şeva destpêkê û rojên dîtir ên mihrîcanê, me di çavê temaşevan û beşdaran de dît ku xelk li benda mihrîcaneke bi vî rengî ye. Saziyên ku li wir belgefilm hatin nîşandan seansên piştî nîvrojê ne tê de, hema bêje hemû seansên din tije bihurîn. Nexasim jî nîşandanên servekirî yên li Zarok Ma û Navenda Dîcle Firatê ya Huner pirr xweş derbas bûn û xelkê di hewaya xweş ya payîza Amedê de li derve li belgefilman temaşe kir. Xelkê gelek elaqe nîşanî mihrîcanê da û tevlîbûneke xurt hebû ji bo îsal. Hatina derhênerên Kurd ya ji parçeyên din ên Kurdistanê û her wiha dîasporayê kêfa xelkê anî û xelkê heta ji wan hat derhêner da ber pirsên baş û filmên wan şirove kirin. Ji berê ve temaşevanên FîlmAmedê temaşevanên qewî û xurt bûn, her wiha îsal jî me dît ku ew temaşevan hîna li ser xwe ne û pirr baş mihrîcanê dişopînin. Vê yekê jî kêfa me anî helbet û em li pêdiviya festîveleke bi vî rengî çêtir serwext bûn bi vî awayî. 

 

Israra ji bo Kurdî ya FîlmAmedê

Mihrîcana FîlmAmed bi ruhekî Kurdî hate lidarxistin. Ruhekî Kurdî dibêjim, ji ber ku hemû belgfilmên heyî bi jêrenivîsên Kurdî hatin nîşandan û ev yek li ti devera dinyayê tine ye. Ez wisa dizanim, festîvalên Kurdî yên ku tên lidarxistin jî vê yekê nakin. Ev xal ji bo me giring e, em bi vê yekê hewl didin ku kirasekî Kurdî li FîlmAmedê bikin. Ji lewma her sal em ji çêkerên belgefilman dixwazin ku jêrenivîsên bi Kurdî çêkin û ji komîteya festîvalê re bişînin. Heger hinekan neşand jî (ji xwe gelek caran jî qîmet nadin û naşînin!) em weke komîteya festîvalê komekê ava dikin û ev kom ji bo belgefilmên werin nîşandan, jêrenivîsên Kurdî çêdikin û belgefilm bi vî awayî tên nîşandan. Hin temaşevan ji ber jêrenivîsên bi Tirkî tine ne, xwe aciz dikin û dixwazin em bi jêrenivîsên Tirkî jî belgefilman nîşan bidin, lê em vê yekê qebûl nakin û em dibêjin, hûn zorê bidin xwe da ku di vî zimanî bigihîjin û jê fêhm bikin. 

 

Em ê her li ser biryara xwe bin

Salên çûyî jî me di vê yekê de israr kir û me belgefilm bi jêrenivîsên Kurdî nîşan didan. Her wiha jêrenivîsên Ingilîzî jî hebûn li kêleka Kurdî. Piştî vê israrê, me îsal dît ku komeke temaşevanan a xurt ya ku ji Kurdî fêm dike û pirsên xwe jî bi Kurdî dike, ava bûye. Heta hin temaşevan ji ber ku siyasetvanên Kurd di mihrîcanê de bi Tirkî axivîn, aciz jî bûn û nîqaşeke bi vî awayî jî derket holê. Em li ser navê mihrîcê ji vê yekê kêfxweş in û dema dibînin temaşevan bi hizreke Kurdî tên mihrîcanê, kela canê me radibe û em dibêjin, me biryareke rast daye. Her wiha gelek derhênerên Kurd ku bi Tirkî diaxivin û kêm caran bi Kurdî diaxivin jî bi saya mihrîcanê hinekî ji xwe şerm dikin û hewl didin vê pirsgirêkê çareser bikin. Em vê bipêşketinê jî dibînin. Jixwe, armanca me jî bi vê yekê ew e ku Kurdî bikeve rojeva temaşevan û filmçêkeran. Heger mirov ji xwe re bibêje ez filmsazekî Kurd im, bêyî Kurdî ev pênase temam nabe û dê her nîvco bimîne. Temsîliyet û ruhekî Kurdî yê FîlmAmedê yê bi vî rengî jî heye û em weke xebatkarên vê mihrîcanê, hewl didin vî ruhê Kurdî di her mihrîcanê biparêzin.

 

Em deyndarê şoreşa tevgera azadiyê ne

Sermiyanekî mezin yê tevgera azadiyê ku ji me Kurdan re hiştiye, heye. Nexasim jî li Bakurê Kurdistanê. Her çend di van salên dawî yên xerab de hin sazî hatibin desteserkirin û gelek hevalên me hatibin girtin û sirgûnkirin jî li Bakurê Kurdistanê xelk hewl dide li vî sermiyanê bi qîmet xwedî derkeve. Jixwe, nabe ku em ji vî sermiyanî tim bixwin û tiştekî lê zêde nekin! Hin çalakî û xebatên Kurdî jî nîşaneya vê xwedîderketinê ne. Şoreşa tevgera azadiyê di warê hişmendiyê de ruhekî berxwedêr bi me da avakirin. Mirov dikare bibêje, Mihrîcana FîlmAmedê jî yek ji van berhemên ruhê berxwedêr e. Weke ku hevalê me yê sînemavan Rodî Yuzbaşî di dawiya axaftina mihrîcanê de got; “Şoreşa tevgera azadiyê bandorek li me kir û bi saya vê şoreşê me xwe bêhtir nas kir. Em bi her awayî deyndarê vê şoreşê ne. Her wiha em xwe parçeyekî vê şoreşê dihesibînin. Em jî hewl didin di mihrîcana FîlmAmedê de ruhê vê şoreşê nîşan bidin. Belgefilmên ku em nîşan didin jî nêzî felsefeya vê şoreşê ne.”