Rûhê Bêrîtanê Şaho bir çiyê
Duşem 14 Mijdar 2022 - 17:07
SARA EHMEDÎ / ANF / BEHDÎNAN
Ciwanekî Kurd ê bi navê Îbrahîm Omer ji bajarê Kelar ê Başûrê Kurdistanê bi çîroka berxwedana şehîd Bêrîtanê dibe evîndarê sekna wê, û dibe rêwiyê rêya Bêrîtanê. Ew sala 2015’an tevlî nav refên gerîla dibe.
Îbrahîm Omer navê Şaho Germiyanî li xwe dike. Li hemberî zilm û zordariya li ser gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo Şaho, ji PKK’ê pîroztir rê nîne.
Hevrê Şaho bi evîna xwe ya ji bo ax û welatê xwe, tirseke wî ya li hemberî dijmin namîne û bi gava yekem a ser çiyayên azad re pîroziya vê jiyanê hîs dike. Ev jiyana pîroz bi keda Rêber Apo û xwîna lehengên di vê rêyê de canê xwe feda kirine, hatiye avakirin. Îdeolojiya Rêber Apo û keda şehîdan kir ku Şaho zêdetir bi vê rêya pîroz re dilsoz be.
Kenê wî rengekî geş ê jiyanê bû
Gotin û kenê Şaho di jiyanê de her tim rengek bû û tevlî rengdana rengîniyên vê jiyanê dibû û li bedewiya wê jiyanê zêde dikir. Kenê Şaho dilê hevalan û heta xwezaya Kurdistanê jî bi ken tije dikir. Xwezaya rengîn a Kurdistanê bi kenê Şaho bedewtir dibû û bêhtir dixemilî. Moralê bilind yê Şaho nîşana xweşî û xemla vê rêya pîroz bû. Kenê wî rengekî geş ê vê jiyanê bû.
Ramanên Rêber Apo û têkoşîna hevrêyên wî yên şehîd bandoreke mezin li ser kesayeta Şaho dikir, ji bo vê jî dilsoziya Şaho ya bi Serokatiyê û xwîna şehîdan re wisa bû ku bi sedan caran soz dabû xwe ku ji bo azadiya Rêber Apo û xwîna şehîdan canê xwe feda bike.
Bi çar hevrêyên xwe re şehîd bû
Şaho di têkoşîna xwe ya azadiyê ya du sal û nîvan de beşdarî gelek çalakiyan bû û derbên giran li dijminê dagirker xistin. Şaho di gelek çalakiyên serketî de erk û berpirsyariya xwe bi cih anî û tola şehîdên Kurdistanê ji dagirkeran hilanî. Di 2’ê Cotmeha 2017’an de Şaho li navçeya Şemzînanê beşdarî çalakiyekê bû û piştî ku derbeke giran li dijminê dagirker xist, tevî 4 hevrêyên xwe tev li nava karwanê şehîdan bû. Kenê li ser lêvên Şaho û asta fedaîtiyê wî wê her tim di hişê hevrêyên wî de zindî bimîne.