Ruh û modelê çapemeniya azad

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 21 Hezîran 2022 - 22:00

  • Gava nûçeyek li ser ziman yan jî bi zimanê Kurdî bê çêkirin û di nûçeyê de ew şaşiyekê bibîne, wê şevê xew bi çavên wî nakeve. Demildest dixwaze hevdîtinê bi wî hevalî re bike. Gava pê re hevdîtinê dike, bi saetan behsa şaşiyên rêzimanî dike û rê ber hevalên xwe dixe.

CENGÎZ OZBASAR / MA/AMED
 
Li Amedê polêsên Tirk di 8'ê Hezîranê de 22 rojnamevan û kedkarên çapemeniyê kirin nezaretê. Ji wan, 16 rojnamevan 16'ê Hezîranê ji ber karên xwe yên rojnamevaniyê hatibûn girtin.  

Yek ji rojnamevanên girtî jî Midûrê Karên Nivîsê yê Rojnameya Xwebûnê, Mehmet Alî Ertaş e. Gava ku polêsên Tirk Ertaş kiribûn nezaretê, destên wî kelemçe kiribûn û 10 saetan bi vî awayî dabûn sekinandin. Ev bûn 20 sal ku Ertaş di nav çapemeniya azad de dixebite û ji ber karên rojnemavaniyê heta niha gelek caran ew kirine nezaretê û ew girtine. 

Ertaş sala 2003'yan, li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) dest bi rojnamevaniyê kiriye. Di 9'ê Cotmeha 2008'an de li Mêrsînê di dema şopandina nûçeyan de polêsên Tirk ew kiribûn nezaretê û paşê ew girtibûn. Ertaş piştî wextekê ji girtîgehê derket û careke din rojnamevaniya xwe domandiye. Di 29'ê Cotmeha 2016'an de piştî ku DÎHA hat girtin, di dîhaber, Ajansa Mezopotamyayê (MA), Azadiya Welat û herî dawî jî di rojnameya heftane Xwebûnê de xebitiye. 

Ertaş herî dawî Midûrê Karên Nivîsê yê Rojnameya Xwebûnê bû. Hevalê wî rojnamevan Hakkî Boltan behsa wî kir û got; "Mehmet Alî Ertaş, ruhê çapemeniya azad e." 

‘Ji dil û can dixebite’

Hevpîşeyê wî Hakkî Boltan behsa wî kir. Boltan, Mihemed Mehmet Alî Ertaş wekî "mudawimê Çapemeniya Azad" pênase kir û got, niha gava behsa çapemeniya azad bê kirin ji kesên ewilî tê bîra mirov e Mehmet Alî Ertaş. Hakkî Boltan got, Ertaş "ji dil û can dixebite.

Çapemeniya Azad baş fêhm kir û li gorî wê dixebite. Mehmet Alî ji çapemeniya azad baş fêm kir û bi xebata xwe vê yekê dide der." 

Hesasiyeta wî ya Kurdî zêde ye 

Hakkî Boltan dibêje, Mehmet Alî Ertaş li gel rojnamevaniyê ji bo bipêşvebirina Kurdî jî her tim tevdigeriya: "Lewma niha her kes Mehmet Alî wekî mînak nîşan dide. Gava nûçeyek li ser ziman yan jî bi zimanê Kurdî bê çêkirin û di nûçeyê de ew şaşiyekê bibîne, wê şevê xew bi çavên wî nakeve. Demildest dixwaze hevdîtinê bi wî hevalî re bike. Gava pê re hevdîtinê dike bi saetan behsa şaşiyên rêzimanî dike û rê ber hevalên xwe dixie. Ev yek nîşan dide ku Mehmet Alî ji bo bipêşvebirina hevalên xwe jî hewl dide. Ev yek, esas ji bo bêhtir bipêşvebirina çapemeniya azad bû." 

Boltan dibêje, ew Mehmet Alî Ertaş di çapemeniya azad de wekî modelekê pênase dikin: "Ew ji bo me modelek e. Mehmet Alî ji bo bipêşvebirina rojnamevaniyê bi dehan nivîs nivîsîne. Me bi saya wî nûçe nivîsandin. Ji bo bipêşvebirina me bênavber hewl dida. Me bi saya wî hez ji rojnamevaniyê kir. Mirovekî pir dilnizm û ji populîzmê qet hez nake. Ruhê çapemeniya azad bû. Wî xwe bi çapemeniya azad bi pêş ve xistibû û bi ruhê çapemeniya azad radibû.

Ez dikarim şahidiya wî bikim ku ew ê ji niha û pê ve jî tu şaşiyê neke. Ji lew re wî ehliyeta herî mezin a rojnamevaniyê ji gel wergirtibû. Em ê bi ruhê Mehmet Alî xebatên xwe bidomînin." 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.