Qeymeqamê Pişderê Bekîr Bayîz, diyar kir ku ti daxuyaniyeke wî tineye ya ku nûçeya Rûdawê ya bi sernavê "Di navbera gundî û PKK'iyan de şer derket" îdîa kiriye ku heye. Bekîr Bayîz got, îdîayên stendina bacê ji niştecihên herêmê jî ne rast in. 

Kanala Televîzyonê, Rûdawê 24'ê Hezîranê di nûçeyeke bi sernavê "Di navbera gundî û PKK'iyan de şer derket" de îdîa kiribû ku gundiyek birîndar bûye. Rûdawê, di nûçeya xwe de bi derewan li ser navê qeymeqamê Pişderê Bekîr Bayîz gotibû, "Îro beriya nîvro li gundê Şênê yê li ser sînorê Herêma Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê di navbera gundî û PKK'iyan de şer derketiye. Di şer de gundiyek birîndar bûye. Nizanim şer ji ber çi derketiye." 

PKK´ê weke hêzêke şoreşger dibîne 

Qeymeqamê Pişderê Bekîr Bayîz îdîayên Rûdawê li derewê qelibandin. Wî got, îdîaya dibêje, "PKK ji niştecihên herêmê bac digire" ne rast e: "Min der barê vê de ti daxuyanî nedaye. Hin nûçeyên ku li ser navê Qeymeqamiya Qeladizê di hin malperan de hatin weşandin ne rast in. Me ji ti kanalê re daxuyanî nedaye. Em PKK'ê weke hêzeke şoreşger dibînin. Em van nûçeyan hemûyan red dikin." 

SILÊMANÎ