Rûbirûmayîna bi penaberan re

Nûçeyên Çand/Huner

În 10 Çile 2025 - 00:26

Hunermend Es Devlin di pêşangeha Somerset House ya li Londonê de bi xebata xwe ya “Face to Face: 50 Encounters” balê dibe ser penaberên Ingilîstanê. Ew bi xebata xwe ya ku 50 portreyên penaberan nîşan dide, temayên pêşbinî û ên din dinirxîne. Es Devlin portreyên penaberan bi rêya projeksiyon, nexşerê û muzîkê nîşan dide. Yanî ev xebata wê weke enstalasyonekê hatiye çêkirin.

Es Devlin berê jî enstalasyoneke bi vî rengî çêkiribû û ev xebata wê ya nû jî weke dewama xebata berê ye. Es Devlin di enstalasyona xwe ya nû de tebeşîr û komirê bikaraniye. Ji bo karibe portreyên penaberan çêbike gazî 50 kesan kiriye û piştî ku portreyên wan çêkiriye li serpêhatiya wan guhdar kiriye. Yanî kesên ku portreyên wan hatine çêkirin jî afirînerê vê enstalasyonê ne.  Mirov dikare bibêje ku ev enstelasyon xebateke hevpar e. 

Biyanîbûn û dijminahiya bajarekî

Es Devlin dide zanîn ku di dema çêkirina van portreyan ew jî bi pêşdarazên xwe hesiyaye û nihêrîna xwe ya di vî warî de baştir rave kiriye. Ev xebat di esasê xwe de ji gotineke Wezîrê Karên Hundir ê Ingilîstanê îlham wergirtiye. Wêzîrê Karên Hundir di Suella Braverman di sala 2022’an de ji bo penaberên ku hatibûn qeraxa Ingilîstanê peyva “dagirkerî” bikaranîbû! Kuratorê vê enstalasyonê Ekow Eshun da zanîn ku wan vê xebatê bi hevkariya Komîteya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNCHR) çêkiriye.

Ekow Eshun di gotara xwe ya ku ji bo projeyê de wiha dibêje; “Hatina bajarekî ku we bi dijminahî pêşwazî dike çawa ye? Weke biyaniyekî mayîna li vî bajarî hîseke bi çi rengî çê dike bi we re? Em çawa dikarin ji vê nîzîkatiya dûrî mirovahê xwe xelas bikin? Ev xebat nihêrînên ku xwe bi pêşdarazan pêçane serobino dike û perspektîfeke nû nîşanî xekê dide. Perspektîfeke guherînê ya ku bêyî pêşbinî li tiştan dinihêre û dinirxîne.”

Enstalasyona Es Devlin a bi navê “Face to Face: 50 Encounters” heta 15’ê Çile li Somerset House ango Londonê tê nîşandan. 

LONDON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.