Ruben Ostland bi palmiyeya zêrîn şa bû

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 29 Gulan 2022 - 22:06

  • Festîvala Filman a Cannesê, îsal cara 75’an hat lidarxistin. Xelatên îsal diyar bûn û ew bi marasîmekê jî dan xwediyên wan.

Festîvala Filman a Cannesê, îsal cara 75’an hat lidarxistin. Xelatên îsal diyar bûn û ew bi marasîmekê jî dan xwediyên wan. Palmiyeye Zêrîn ku weke “Xelata Mezin” tê zanîn îsal bû para derhêner Ruben Ostland. Ruben Ostland bi filma xwe ya “Triangle of Sadness (Sêgoşeya Xemgîniyê)” ev xelat wergirt. 

Ruben Ostland sala 2017’an jî bi filma xwe ya “The Square (Çarçik)” xelata “Palmiyeya Zêrîn” wergirtibû. 

Li hêla din derhêner Chan Wook Park, bi filma xwa ya “Decision to Leave (Biryara bicihhiştinê)” xelata derhênerê herî serketî wergirt. Xelata “Grand Prix” jî bû ya du filman; derhêner Lukas Dhont bi filma xwe “Close (Hevalên baş)” û derhêner Claire Denis jî bi filma xwe “Stars at Noon (Stêrkên nîvrojê)” bûn xwediyê vê xelatê. Her wiha derhêner Tarik Saleh jî bi filma xwe ya “Boy from Heaven (Kurê ji cinetê)” xelata senaryoya herî baş wergirt. Filma bi navê “War Pony (Hespikê ponî yên şerî)” ya Gina Gammell û Riley Keough jî xelata “Filma yekem a baş” girt.

Jurîya festîvala Cannes a îsal ji Asghar Farhadî, Rebecca Hall, Ladj Ly, Jeff Nichols, Deepika Padukone, Noomi Rapace, Joachim Trier û Jasmine Trinca pêk dihat.

CANNES

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.