- Eskerên Tirk ên li Colemêrgê beriya hefteyekê li herêma Navberojan ya naçeya Rûbarokê bi awayekî hovane êrîşî 4 şivanên Kurd ên ciwan kiribû. Ciwanên ku belesebep rastî şideta eskerên Tirk hatin, behsa wê rojê kirin û her wiha di derbarê qewimînên bi vî awayî yên li herêmê de axivîn û gotin ku ji ber xelk ditirse newêrin giliyê eskeran bikin!
MAZLÛM ENGÎNDENÎZ / MA / COLEMÊRG
Di 25'ê meha Tîrmehê de li herêma Navberojan a navçeya Rûbarok a Colemêrgê, leşkeran li Serhat, Selahattîn, Mahmût Taş û Ercan Ozmen ên heywanên xwe diçêrandin xistin. Piştî ku gundiyan xwe gihand cihê bûyerê, her 4 ciwan ji lînçkirinê xelas bûn. Paşê her 4 ciwan hatin binçavkirin û bi hinceta sînorê diyarkirî derbas kirine sewqî dozgeriyê hatin kirin. Ciwanên ku îfadeya wan hat girtin, ji aliyê Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Nobedar a Şemzînanê ve bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan.
Ciwanên ku li Rûbarokê leşkeran li wan xistibû, diyar kirin ku tahdeya dewletê li gundên wan veghueriye tiştekî kêfî û gotin: "Heke gundî xwe negihandana me, dê leşkeran em bikuştana."
Gundî bi hewara wan ve diçin
Ciwanên ku li herêmê heywanên xwe çêrandin û rastî şideta leşkeran hatin, behsa tiştên hatin serê wan kirin. Ji şivanan Serhat Taş (18), diyar kir ku roja bûyerê tevî 3 xizmên xwe heywanên xwe ji cihê ku tim wan lê diçêrînin ji bo wan bibin ser avê bi rê ketine, lê belê gava vegeriyane leşkerên li gund ew dane sekinandin. Taş da zanîn ku gava vegeriyane leşkeran êrişî wan kiriye û got: "Leşkeran destên me girêdan û pêl pişta me kirin. Demekê bi pehînan li me xistin. Çiqas eziyet hebe li me kirin. Em 4 kes bûn, lê ew 20 kes bûn. Hemûyan li me xist. Me niznaibû em ê çi bikin. Ji ber ku me ti tişt nekiribû me kir qîrîn. Ji ber ku em nêzî gund bûn, dengê me çû gundiyan û bi hawara me ve hatin."
Xelk ji tirsan newêre gilî bike
Taş diyar kir ku li herêmê tim bûyerên bi vî rengî diqewimin û got: "Gava gundî hatin cem me, leşkeran dest ji me berda. Bi awayekî ku destên me girêdayî em ber bi gund ve reviyan. Li gund hema bibêje her kes rastî îşkenceya leşkeran tê, lê dengê xwe dernaxînin. Bêhîvî ne, ji lew re dewlet e. Dibêjin em çi bibêjin jî vala ye. Ji ber vê kes giliyê leşkeran nake. Lewma îşkence li me kirin. Hingî li me xistin, me got wê me bikujin. Gava em ber bi gund ve reviyan, bi çekê bera derdora me dan. Ez dibêjim wê kêliyê fîşekek bi pişta min ve çerixî. Gava min rapora derbkirinê wergirt min bi israr got fîşek li pişta min çerixiye, lê leşkeran got li te nekitiye û pişta te li kevir ketiye. Lê ez qet neketim erdê. Xwestin ez giliyê wan nekim. Em bi zor û heft bela ji nav lepên wan xelas bûn. Heke ne ji gundiyan bûya, teqez dê me bikuştana."
Qedexe ye, em ê çewa biçin ser sînor?
Taş ragihand ku leşkeran ji wan re gotiye "ji ber ku hûn çûn sînor mudaxile li we hatiye kirin" û bi vî awayî dewam kir: "Dibêjin hûn çûne sînor, lê her der qedexe ye, em ê çawa biçin sînor? Em dixwazin hemû leşkerên ku em îşkence kirin bên cezakirin. Em dixwazin li gundê xwe rihet bin. Bi salan e em rastî vê îşkenceyê tên."
Muameleyên kêfî yên leşkeran
S. Taş ê 16 salî ku rastî îşkenceya leşkeran hat, da zanîn ku leşker tim tahdeyê li şêniyên gund dikin. Taş diyar kir ku ya tê kirin kêfî ye û got: "Leşker bi awayekî kêfî li gundiyên dixin. Kes deng ji xwe dernaxe. Haya kesî ji qewimînên li vir tune ye. 2-3 sal in ev pêkanînên kêfî bênavber didomin. Bila ceza li van leşkeran bê birrîn. Em dixwazin hemû hiqûqnas û her kes di vî warî de hesas be, li ser vê bûyerê bisekine û dengê me bibihîze."
Derba kuştinê bû!
Ercan Ozmen ê 18 salî jî anî ziman beriya bûyerê bi 2 rojan leşkeran li hin welatiyên din jî xistiye û got: "Hema bibêje leşkeran derba kuştinê li me dixist. Bêyî ku tiştekî ji me re bibêjin qederekê li me xistin. Me nizanibû ji bo çi li me dixin. Cihê ku me heywan lê çêrandin tabelayeke tne ye ku hişyar bike ew der qedexe ye. Em tim diçûn wir. Lê em rastî ti pirsgirêkan nedihatin. Lê di demên dawî de tahdeya leşkeran pir zêde bûye.” Ozmen nêzîkatiya leşkeran ya kêfî bibîrxist û got ku divê ew werin cezakirin. Ozmen gotina xwe bi van hevokan bi dawî kir; "Heke ew leşker neyên cezakirin dê car din hema tişt çêbibin. Tew dibe ku me bikujin jî. Berî ku kes bimire divê li ser vê bûyêrê bê sekinandin. Êdî em naxwazin bûyerên bi vî rengî çêbibin."