RSF vê carê bêdeng nema

În 7 Cotmeh 2022 - 00:24

Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) qetilkirina endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê û edîtora kovara Jinelojiyê, Nagîhan Akarsel şermezar kir û got, “Dengê femînîsteke Kurd hate birrîn.”

RSF a ku navenda wê li Parîsê ye, têkildarî qetilkirina Nagîhan Akarsel daxuyaniyeke nivîskî da û got, “Dengê femînîsteke Kurd hate birrîn” û da zanîn ku Nagîhan Akarsel roja 4’ê Cotmehê li ber mala xwe ya li Silêmaniyê di encama êrîşekî çekdarî hatiye qetilkirin.

RSF di warê rojnamevanên Kurd ên li Tirkiyeyê yan jî ji Bakurê Kurdistanê de gelekî bi tevdîr e, û heta ji wê tê li wan xwedî dernakeve. Rûreşkirina êrişê û di daxuyaniyê de cihdana daxuyaniya kovara Jineolojiyê, ji ber vê yekê gaveke erênî ye. RSF´ê li ser binpêkirinên mafên rojnamevanan li Tirkiyeyê û li ser rewşa rojnamevanên girtî yên Kurd ên li Tirkiyeyê, bi dehan caran daxwazên me yên hevpeyvînê ne erê û ne jî na nebersivandibûn.

Ji ber vê yekê ev daxuyaniya RSF´ê giring e. RFS’ê diyar kir ku di nava salekê de ev êrişa pêncemîn e ku li Başûrê Kurdistanê li hemberî kesayetên Kurd yan jî aktivîstên ku hikûmeta Tirk rexne dikin, pêk tê.

Buroya Rojhilata Navîn a RSF’ê got, “Rojnamevan û nivîskara femînîst a Kurd Nagîhan Akarsel di pêvajoyeke wiha de ku jinên Kurd ji bo azadiya jinê pêşengiya serhildanê dikin, hat qetilkirin. Em vê êrişê bi tundî şermezar dikin.”

Di daxuyaniyê de ji rayedarên herêmî hat xwestin ku vê bûyerê ronî bikin, kujer bên darizandin û ji bo Akarsel edalet bi cih bê anîn.

PARÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.