Ronesansa jinê
Şemî 29 Adar 2025 - 03:00
- Tespîta "Banga aştî û civaka demokratîk heman demê de ji bo jinan Ronesanse" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di peyama 8’ê Adarê, hîmên ku têkoşîna jinan çawa pêş ketiye û ji vir şûnde wê çawa pêş bikeve, ava dike.
Bandora peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de ji bo jinan şandiye didome. Tespîta "Banga aştî û civaka demokratîk di heman demê de ji bo jinan Ronesans e" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di peyama 8’ê Adarê de, hîmên ku têkoşîna jinan çawa pêş ketiye û ji vir şûnde wê çawa pêş bikeve, ava dike.
Di vê beşa nivîsê de hinek sernavên der barê wateya vê tespîtê de hatine destgirtin.
Seranserê dîrokê yên ku herî zêde ji şer, pevçûn û rejîmên otorîter mexdûr bûne jin in. Jin bi tundiya fîzîkî û psîkolojîk re hatine rû hev û ji ewlehiyên civakî û siyasî bêpar mane. Pêkhatina aştî û pergala civakê ya demokratîk ji bo jinan ne tenê aramî di heman demê de tê wateya ronesansê.
Di aştiyê de rola jinan
Tevlibûna jinan a pêvajoya aştiyê, di veguhertina civakê de faktorek girîng e. Hebûna jinan a di aştiyê de lihevkirina civakî û diyalogê pêş dixîne.
Pêvajoyên ku jin di alî mafên xwe de pêşketine, girêdayê pêşketinên demokratîk e. Bidestxistina mafê hilbijartinê, encamgirtina têkoşîna ji bo wekheviyê, pêkhatina polîtîkayên wekheviya zayenda civakî, her tim bi demokrasiyê pêş ketiye.
Veguherîna civakî
Tevgerên jinan di parastina aştî û demokrasiyê de rolek girîng lîstiye. Têkoşînên femînîst, tenê mafê jinan naparêze, heman demê de edaleta civakî jî pêk tîne.
Pergala civaka demokratîk
Pergala aştî û civaka demokratîk, ji bo jinan ne tenê pêvajoya azadbûnê ye, heman demê de Ronesans e. Bi awayekî aktîf cihgirtina jinan a di qada siyasî, aborî, perwerde û jiyana civakî de, veguherinek mezin a civakî jî bixwe re tîne.
Ronesansa jinan
Tevgerê jinan seranserê dîrokê bûne parçeyek girîng a guherînên civakî. Bi taybet ji dawiya sedsala 20’î şûnde teoriyên femînîst û pratîk, li deverên cuda yên cîhanê ji nûve teşe bûne. Lê tevgera jinên Kurd ne wek baskekî femînîzmê, di xeta ku azadî koleftîk û civakî kiriye de pêş ketiye.
Azadbûna civakê
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bal dikşîne ser zanista jinê yanî ‘jîneolojiyê’ û têkoşîna jinên Kurd aniye qonaxeke cuda, ew veguhertiye paradîgma azadiya civakî. Tevgera jinên Kurd li şûna li ser azadiyên şexsî bisekine, berxwedana rêxistinkirî, piştevaniya kolektîf kiriye navenda xwe.
JINNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN