Danezana Destûrî yekîtiya Sûriyeyê têk dibe
În 28 Adar 2025 - 03:10
Siyasetmedar û çalakvanên sûriyeyî diyar kir ku "Danezana Destûrî" ku ji aliyê desthilata Şamê ve hatiye derxistin, dê welat vegerîne serdema destpotiyû û yekîtiya Sûriyeyê têk dibe.
Piştî ragihandina "Danezana Destûrî" ji aliyê desthilata Şamê ve di 13’ê Adarê de, xuya ye ku dîmena siyasî li Sûriyeyê di qonaxeke aloz de ye, li gorî ku gelek siyasetmedar, rewşenbîr û kesayetiyên sûriyeyî yên navdar dibînin.
Hevserokê ofîsa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya kantona Tebqayê Xalid El Esker ev danezan wek "paşveçûna demokratîk" bi nav kir û da zanîn ku ew danezan erkên zêde dide serok, wekî ku fermandariya bilind a artêşê, destnîşankirina endamên Meclisa Gel û serpereştiya pêvajoya siyasî."
Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê li kantona Reqayê Recaa Ebdilrehîm bal kişand ser pirsgirêkeke bingehîn a danezanê û got: "Jin di refên pêş ên şoreş û guhertinan de ne, lê di danezanê de tu garantiya mafên wan tune bû." Her wiha got: "Pêşguhkirina rola jinan di pêvajoya veguheztina siyasî derfetên ji bo avakirina demokrasiyeke rast têk dibe. "
Çalakvana siyasî û endama Partiya Sûriyeya Pêşerojê Ebîr Silêman, ev daxuyanî wek "vegerandina rejîma kevn bi qalibekî nû" nirxand û wiha got: "Hişmendiya dûrxistinê diçesipîne û pêkhateyên bingehîn ên civakê biçûk dixe, her wiha mekanîzmayên parastina azadiyan tê de nînin.”
Divê garantiya destûrê hebe
Çalakvana siyasî Muna El Dalî ya endama Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê jî wiha got: "Sûriyeya nû hewceyî destûreke nû ye ku cihêrengiya wê nîşan bide û mafên hemû welatiyên wê garantî bike. Lêvegerke berfireh li ser Danezana Destûrî were kirin û hemû pêkhate beşdarî proseya nivîsandinê bibin. Divê di destûrê de garantiyên zelal ji bo azadiyên bingehîn û mekanîzmayên parastina mafên jinan hebin. "
ANHA/TEBQA