Divê mafê hêviyê bê dayin
Pêncşem 27 Adar 2025 - 03:10
Parêzer Mihemed El Neîmî diyar kir ku xebatên siyasî û hiqûqî yên bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dewam dikin. Her wiha îşaret bi vê yekê kir ku Rêber Abdullah Ocalan zêdetirî 26 sal di girtîgehê de derbas kirine, lewma divê mafê hêviyê bê dayîn.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 18’ê Adara 2014’an de biryarek dabû û diyar kiribû ku cezayê muebbetê yê giran bêyî îmkana serbestberdana bişert li Rêber Abdullah Ocalan hatiye birîn û ev binpêkirina xala 3’yan a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Tevî ku zêdetirî 10 sal di ser vê biryarê re derbas bûne jî, dewleta Tirk ji bo bicihanîna wê tu gav neavêtine.
Der barê mijarê de hevserokê Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyî ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan Mihemed Emîn El Neîmî diyar kir ku mafê hêviyê li gorî qanûn û pîvanên navneteweyî mafekî rewa û bingehîn e û got divê cezayê muebbetê bi demeke kurttir li gorî yasayên Tirkiyeyê bê kêmkirin.
Mihemed Emîn El Neîmî diyar kir ku dewleta Tirk "cezayê dîsîplînê" ji bo binpêkirina qanûnên navneteweyî bi kar tîne. Her wiha bi bîr xist ku ev ceza ne tenê li Rêber Abdullah Ocalan, lê belê li dijî bi hezaran girtiyên din jî hatiye birîn ku hevdîtina wan a li gel malbat û parêzeran hatiye qedexekirin.
Mihemed Emîn El Neîmî anî ziman ku pêkanînên dewleta Tirk "sûcên dermirovî" ne û got divê dewleta Tirk ji ber van binpêkirinan li dadgehên navneteweyî hesab bide.
ANHA/QAMIŞLO