Bang ji bo tevahî Rojhilata Navîn e

În 28 Adar 2025 - 03:35

Heyeta ji Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, Hevberdevkên Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Berdan Ozturk û Ebrû Gunay, Parlamentera Mêrdînê Salîha Aydenîz û endama TJA Adalet Fîdan li Herêma Kurdistanê bi gelek rayedaran re hevdîtin kir. Heta niha bi Serokkomarê Iraqê Abdullatîf Reşîd, Waliyê Silêmaniyeyê, nûnerên KNK, Tevgera Goran, Tevgera Helwest û Eniya Gel re rûnişt. Heyet êvara Çarşemê di bernameya fitarê de bi nûnerên baweriyên Misilman, Zerduştî, Êzidî, Kakaî, Katolîk re hevdîtin kir. Di bernameya fitarê de ku bi baweriyên qedîm ên Rojhilata Navîn re kir, peyamên li ser yekîtî, yekbûn û aştiyê hatin dayin.

Di hemû hevdîtin û serdanan de Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo hate nirxandin û li ser yekîtiya neteweyî nêrîn hatin parvekirin.

Divê başûr erka xwe bicîh bîne

Têkildarî hevdîtinên şandeya DEM Partî û DBP’ê ku serdana Başûrê Kurdistanê kirine, parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz axivî. Salîha Aydenîz diyar kir ku di 27’ê Sibatê de Rêber APO banga dîrokî ya Aştî û Civaka Demokratîk kiriye û wiha got:“Di vê pêvajoyê de erka pêkanîna aştiyê dikeve ser milên her alî û partiyên siyasî. Hatina vê şandeyê girêdayî pêvajoya aştiyê ye û goftûgokirina derbarê rewşa heyî de bi siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê re ye. Ji bo pêşketina demokrasiyê divê siyaseta demokratîk were bicîhanîn. Piştî banga aştiyê tevahî gelên li her çar parçeyên Kurdistanê pêşniyar û piştevaniya xwe derbarê aştiyê de anîn ziman. Li Başûrê Kurdistanê êrîşên dewleta Tirk didomin. Divê gelê Başûrê Kurdistanê, partî û aliyên siyasî li hemberî vê banga aştiyê erkên xwe pêk bînin û li pêşiya dagirkeriyê serî rakin.”

Têkoşîna gelê Kurd didome

Salîha Aydenîz diyar kir ku niha Stenbol ji du aliyan pêk tê û wiha got:“Li Stenbolê du awayên xwepêşandanan hene. Beşek li dijî fikrên azad rabûne, beşek din jî li ser fikrên azadî û aştiyê li Bakurê Kurdistanê berxwedanê raber dikin. Her wiha li Bakurê Kurdistanê qeyûman tayînî îradeya gelê Kurd dikin. Armanca desthilatdariya qeyûm ew e ku dest deyne ser navçeyên Kurdan. Gelê Kurd her dem li dijî van qeyûm û êrîşan têkoşîna xwe didomîne. Ev banga aştiyê ne tenê ji bo dewleta Tirk e, ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê ye jî. Tevî dijminatiya li hemberî Kurdan, Kurd ji bo aştiya Rojhilata Navîn hewl didin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.