Ronahî tazî mîna zarokatiya me bû

Nûçeyên Forum

Pêncşem 27 Hezîran 2024 - 00:01

OSMAN KAPAN

Ax dewranên berê li ku man, kî/ kê dikare bi şûnve bîne lîstikên zarokatiya me? Dema em zarok bûn kolanan ji ber me dabû stû! Bi roj xar, kab û kaşo, êvara  bûka malamîra lîstikên me yên sereke bûn.

Em zarokên welatekî winda, bê nav, kes û kus, bê xwedî û xwedan. Kesî rastiya çîroka me ji me re nedigot, ku galgal dihate ser jî çewtî ji me re digotin, rastî vedişartin. Ji wê bû em roj bi roj ji xwe dûr, nêzî neyarê xwe dibûn. Ango em evîndarê kujerê xwe dibûn! Ligel vê paradoksê jî, em ne di ferqêde bûn û me ew jiyana derewîn ji xwe re rewa didît. Belê jiyaneke riziyayî û ji xwe dûr. Lê lîstikên me bê guneh, wekî ava zelal bûn.

Zarok, xwedî xeyalên paqij in. Me di gola dilê xwe yî zelal, mîna hêstirên çavan, mîna barana payîzê, di pêlên xeyalan de avjenî dikir. Her yek jî dihesidîn lehengekî û em hemû xwedî leheng bûn. Carina em mîna Qulingê Evdalê Zeynikê bi ezmanê şipîşîn ve difiriyan, carina dibûne Ristemê Zal, xwediyê gurzê giran, carina dibûne şevreşkên şevê ên ku me nedidîtin. Lê dayik, bav û mezinên me digotin; “Reşkên şevê ne li her deverê ne, ne li tu deverê ne!“ Herî pirrtir em di hesidîne wan, lewra li her deverî û ne li tu deverî dermanê lîstika me bû.

Erê em zarok wekî mêşa hingiv, çivîkên çol û çolistanan bûn. Me li ser her gul û kulîlkê datanî, avşîrka wê dimêht. Me li ser dara fêkî datanî fêkiya herî xweş dixwar. Ma min ji ku zanîbû nivîskarê Elman Gothe, bi van gotinan zarok û çivîk şibandine hev: “Çêjeya tû û qeresiya divê ji zarok û beytikan bê pirsîn.“ Em mîna çem diherikîn. Me deşt, gelî û newalên kûr li pey xwe dihiştin. Em bi ku ve diçûn, çima tim bilebat bûn? Ne me zanîbû, ne kesî ji me re digot. Lewra em zarok bûn, kesî pêlava me nedixist nava pêlavan! Ango kesî em ji me re nedigot. Her çiqasî E. Xanê li ser navê me zarokan Nûbihara Biçûkan nivîsandibe jî, Ji bêkesî em jê bê hay bûn. Yên hay jê hebûn jî ji me re nedigotin…

Em bi mereq bûn. Li her tiştî digeriyan. Me dîtin û nasîn ji hev dernedixist. Dîtin dibû mereq, nasîn coşa dil bû. Her nasînê em ber bi me ve dibirin, bes me xwe nas ne dikir. Pişt re em ji Rêber Apo hîn bûn ku em zarok ser biska mereqê bûn û ronahî tazî, mîna zarokatiya me bû. Em ronahî bûn, lê ne li ber ronahiya xwe, li ber tariya xelkê dimeşîn. Ma me ji ku zanîbû ku em di gola dilê xwe de avjeniyê dikin! Em li xwe digeriyan, lê li tiştine din diqelibîn. Lewra ku mirov nizanibe li çi bigere, çi bibîne wê digire. Em li benda hinekan bûn da; xeyalên me yî kedî kirî, di dergûşa dilê xwe de bihejînin…Her diçû gulên nava me diqurmiçîn, êdî bêhn nedidan. Devera gul lê çilmisîn, xweza ji xwe dixeyîde. Me taqet nebû ku gulan biçînin, da xweza aşt bibe, bi me re bibe heval.

Em mezin bûn. Bes xwezî bi zarokatiya xwe tînin. (Lê temenê çûyî, gotina ji gewriyê derketî bi şûn ve nayê) Rêber Apo digot: “Min xayîntî li zarokatiya xwe nekiriye, ez bi xeyalên zarokatiya xwe dijîm…“ Em çiqasî xwedî li zarokatiya xwe derketin nizanim. Lê baş zanim ku min bêriya zarokatiya xwe kiriye. Min bêriya lîstikên xwe yî bê guneh kiriye. Min bêriya diziya rez, bostan û firîkên nokan kiriye. Min bêriya çîrokên dayika xwe kiriye…We bêriya çi kiriye? Ka bîra xwe bikolin, hûnê bibînin bê we bêriya çi kiriye…  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.