Roketên NATO'yê ne

Sêşem 22 Mijdar 2022 - 01:55

  • Aldar Xelîl dibêje, bêyî destûra hêzên navneteweyî yên li Sûrî bi bandor dewleta Tirk nikare êriş bike û jixwe sîlehên dewleta Tirk di êrişan de bi kar anîne jî yên NATO´yê ne. 

NÛJIYAN ADAR/ANF/QAMIŞLO

 

Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Aldar Xelîl li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên şeva şemiyê diqulibî yekşemê, yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, axivî. Aldar Xelîl got, "Dewleta Tirk naxwaze li Sûriyeyê aştî û demokrasî pêk were, naxwaze krîz bi dawî bibe. Xwe ji krîzan xwedî dike."

 

Sivîl kirin hedef

Aldar Xelîl bi bîr xist ku dewleta Tirk dixwaze rewşê weke serketinekê nîşan bide, ji bo hilbijartinê bi kar bîne û wiha dewam kir, "Ji bilî balafirên bombebarkirî yên bêmirov, nêzî 50 balafirên şer û cûreyên cuda yên çekan bi kar anîn. Cihên ku êriş birin ser wan, ku der bûn? Qadên sivîlan bûn. Bala xwe bidinê, bombe li depoyên genim, santrala elektrîkê û nexweşxaneyê barandin. Yanî hemû jî qadên sivîlan in. Ev yek rastiya wan radixe pêş çavan."

Aldar Xelîl destnîşan kir ku êrişên wan ti carî nikarin têkoşîna wan lawaz bikin û got, "Wê ti carî nikaribin, bi me paşve gavê bidin avêtin. Berevajî, ev êriş israra me ya di serketinê de mezin dikin. Êrişa bi ewqas balafirên şer û balafirên bêmirov ên bombebarkirî, dibe sedem ku têkoşîna bi hev re ya neteweyan bê xurtkirin û helwêst li dijî van êrişan bê nîşandan."

 

Hêzên navneteweyî rê didin êrişan

Aldar Xelîl bal bire ser bêdengiya hêzên navneteweyî û got, "Niha rastiyeke bi vî rengî heye. Dewleta Tirk bêyî ku destûrê ji wan hêzên navneteweyî yên li Sûriyê bi bandor wergire, nikare êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Em dizanin ku heta ew nebêjin, 'temam’, Tirkiye nikare êriş bike. Ev yek, aliyekî mijarê ye. Xusûsa duyemîn jî jixwe di çapemeniyê de hate weşandin. Roketên ku bi kar anîn, ji aliyê NATO û Emerîkayê ve hatine çêkirin. Balafirên ku bi kar tînin jixwe yên wan in, roketên diavêjin jî yên wan in. Ev jî nîşan dide ku van hêzan ji Tirkan re negotiye 'na'. Berevajî vê yekê dengê xwe nekirine û rê danê. Bi vî rengî em fêhm dikin ku hevparê êrişên li dijî herêma me ne."

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.