- QSD`ê nasnameya şehîdekî eşkere kir ku 9`ê Nîsanê di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de li dijî baregeheke Hêzên Parastina Sînor li Dirbêsiyê şehîd bûbû.
QSD`ê nasnameya şehîdekî eşkere kir ku 9`ê Nîsanê di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de li dijî baregeheke Hêzên Parastina Sînor li Dirbêsiyê şehîd bûbû.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) doh daxuyanî da raya giştî, û got, şehîd Mihemed Aydin (Rojvan) bi bîr anî: “Em soz didin şehîd Rojvan ku tola wî hilînin. Wê tolhildana me wekî fedakarî û lehengiya wî mezin be.”
QSD`ê eşkere kir ku 9`ê Nîsanê balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker baregeheke Hêzên Parastina Sînor li Dirbêsiyê kir hedef û di encamê de hevrêyê wan Mihemed Aydin (Rojvan) şehîd bûye.
QSD`ê di daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza dewamkirina têkoşînê heta pêkanîna armancên şehîdan da.
QSD´ê nasnameya şehîdî wiha eşkere kir:
* Rojvan Wan (Mihemed Aydin), kurê Fatime û Qutbedîn, 9`ê Nîsana 2022`yan li Dirbêsiyê şehîd bû.
NAVENDA NÛÇEYAN