Rojnamevanan jî dikin hedef

Şemî 13 Tîrmeh 2024 - 02:55

ARGEŞ ŞENGALÎ

Ji sala 2017’an heta niha êrîşên dewleta Tirk li ser Şengal û jîngehên sivîlan hene, dewam dikin. Bi hedefkirina stûna tifaqa civaka Êzidî Mamê Zekî Şengalî re êrîşên xwe yên li ser herêmê berfirehtir kirin. Sedemê êrîşan bi gotina wan ne ji ber hêzên ne fermî yên li herêmê ne, belku domandina fermanê û qirkiran civakê ne . Çawa ku PDK, dewleta Iraqê û Tirk û çeteyên DAÎŞ’ê di dema fermanê de bi ser neketin, xwestin pîlanên xwe yên mayîn dewam bikin. Ji fermandarên Şengalê destpê kirin ên weke Mam Zekî, Mam Seîd, Fermandar Zerdeş Şengalî, Dijwar Feqîr. Kesên ji tifaq û yekgirtina Êzidiyan bin kirin hedef. Çiqas êrîş pêk hatin, civaka Êzidî û Şengalê li ber xwe dan û rabûn serxwe. Helwesta xwe ya li hember dijmin bihêztir kir. PDK’a ku pîlana wê ya dema DAÎŞ’ê bi ser neket, bi rêdayîna Tirkiye xwest vê pêk bîne. PDK bi peymana îmze kir, artêşa Iraqê bi rengên cuda sor kir û berê wan da Şengalê. Xwestin bi hêzê wan zarokên Şengalê yên demê fermanê de li ber xwe dan, xwe ji xweliya xwe afirandin, wan destkeftiyên heyî ji destê wan bigire rastî berxwedanê hatin. Ji roja Peyman 9’ê Cotmhê li ser civaka Êzidî hatî kirin heta niha li ser piyan e. Ev peyman wê ti carî neyê qebûlkirin. Helwesta civaka Êzidî li ber vê yekê zelal e. Bi hemû politîkan biser neketin, bi dewleta Tirk re ketin nava hevdîtina û li ser 26 xalan li hevkirin ku paraniya wan xalên ewlekarî ne û ev yek civaka Êzidî dixe nava metirsiyan de, yekem pêngava ku li ser wan xalan li hevkirine, zêdeyî Hezar çeteyên Daîşê li heremên mîna Dihokê bi cih kirin û êrişî tîma rojnamevaniyê ya Çira TV û FM’ê kirin, xwestin ku işaret bi wê yekê bikin wê êrişên xwe li ser civaka Êzidî jî dewam bikin û vê carê jî Rojnamevan kirine hedef.

Êriş bi erêkirina Iraqê ye

“Dewleta Tirk bê PDK’ê û Iraqê nikare ti êrîş û pîlanan li ser Şengalê pêk bîne. Bi erêkirina dewleta Iraq û PDK’ê êrîş li ser Şengalê tên kirin. Heger PDK rê nede dewleta Tirk êrişa li Şengalê pêk nayêne, herêmê xwe yên Başûr ji dewleta Tirk re vala ne kiriba wê êrîş pêk nehatana . Piranî êrîşên li Şengalê pêk tên destê PDK’ê têde heye û piraniya wan êrişan jî li Başûr tên pilan kirin . Ji roja êrîş li ser Şengalê pêk tê, dije terora Herêma Kurdistanê agahiyên berevajî belav dike, qaşo di êrîşan de evqas kes şehîd û birîndar bûne. PDK beşek Iraq jî kiriye hevalê êrîşên xwe û xistiye nava van pilanên qirêj. Her tişt di fermanê de eşkere bû. PDK çiqas xwestiye vê civakê tune bike, pîlanan bike. Ji xwe dewleta Tirk ji xwe dijminê civaka Êzidî ye û bi dehên Fermana li ser civakê rakirine.

Bêdengî û valahiya siyasî

Heta niha Iraq ne helwestek cidî ne jî ji rêzê li ber êrîşên heyî nîşan nedaye, bi  sedan êrîş pêk hatine, bi dehan fermandar û lehengên civakê bi van êrîşên hovane yên dewleta Tirk şehîd bûne, heta roja îro hikûmeta Iraq ne daxuyanî û ne jî helwestek nîşan neda. Bi navê şermezarkirinê tiştek negotiye. Di êrîşa dewleta Tirk a li ser seyrangeha Perex a Zaxo ku jin û zarok jî di nav de bi dehan kes şehîd û birîndar bûn, hemû Iraq rabû ser lingan. Gelek daxuyanî hatin dayîn hem êrîş şermezar kirin û hem jî daxwaz derxistina baregehên Tirkiye li ser axa Iraqê kirin. Şengal jî axa Iraqê ye, di bin serweriya dewleta Iraq û artêşê de ye. Ne hikûmeta Sûdanî û ne jî ya berî wî ti helwestek nîşan neda. Ev hemû êriş ji bêdengî û bê helwestiya hikûmeta Iraqê û valatiya hikûmetê pêk hat. Tirkiye ji ev fersend dît û li ser hev êrişên xwe dewam kirin . Iraq divê helwesta xwe ya li hember civaka Êzidî zelal û aşkkere bike, gelo Şengal beşek ji axa Iraqê ye ya ne? Ger beşek ji axxa Iraqê ye çima evqas bê dengî li hember êrişên li ser Şengalê.. 

Xelk dest ji axa pîroz bernade

Gel bi xwe helwest nîşanî dewleta Tirk da. Gel dibêje em ê êrîşên dewleta Tirk rawestînin. Gel dibêjin ew ê dest ji destkeftiyên hatin bidestxistin bernedin. Ev helwesta gel e. Ji roja 2014’an heta niha ev helwesta gel e. Ji ber ku gelek ji tinebûnê hebûna xwe ava kiriye, bi êrîşan dev ji van destkeftî û axa pîroz berde. Helwesta civka Êzidî zelal e. Çi dibe bila bibe ser axa xwe bijî, berdêl çi dibe bila bibe, felek caran xwesetin Şengalê ji Êzdiyan vala bikin, lê hemû helwestên wan têk çûn û gel li ser helwesta xwe ma û li ber xwedana û tu carî bê deng jî nebû.

PDK nikare pêşiya xelkê Êzidî bigre

Her wiha li ser vegera welatiyên Êzidî yên ji aliyê PDK’ê ve dîl li kampan hatine girtin jî Rojnamevan Tevî ku êrîş li ser hev tên kirin, agir û dûxan ji wesayît û malên ku balafiran lê dane hiltên, em dibînin welatî ji kampên Başûr ku ev 10 salin têdene vedigerin. Dema ku toz û dûman bi ser wesayîta Çira Tv dikeftin û rastî êrişê hatibû jî bi dehan malbata li bere derbasî komelgeha Tilqesep dibûn. Ji bo xelk venegerin êrîş kir. Xelkê me yên kampa weke dîlgirtî û hebsiyan in. Dixwazin wan weke amûrekê bikar bînin. Têkiliyên me bi gelek welatiyên kampan re hene, dibêjin ku PDK’ê rê nade wan. Eger PDK’ê rê bide wê di nava Hefteykê de derê tevahî kampan were girtin. Piştî hikûmeta nû hate avakirin, hinek belgename hatin amadekirin, her kesê bixwaze vegere ser axa Şengalê dikare vegerê. Niha rojane nêzî 100 malbatî navê xwe qeyît dikin û  vedigerin êdî  PDK’ê nikare li ber civaka Êzidî bisekine, êdî ji kampan vedigerin ser ax û malên xwe. PDK’ê her çendî bi êrîşan bixwazin pêşiya vegerê bigirin û Êzidiyan di kampan de bigire, lê careke din Êzidî bi israre vegere ser axa xwe û bijîn.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.