• Dayika şehîd Rêzan Cawîd ji bo kurê xwe got, “Te ez mezin kirim, serê te bi qasî daristanên Qendîlê bilind e. Ez qurbana sempatîzanên te bim, heger ez bimirim çavên te şa bibin.”

Taziyeya Endamê Meclîsa Rêveberiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Rêzan Cawîd (Yûsif Rebanî) pêr li mala bavê wî ya li Mehabadê hate danîn. Doh di roja duyem de jî bi sedan kes çûn serdana malbatê. Dayika şehîdî got, serê şehîd Rêzan Cawîd bi qasî daristanên Qendîlê bilind e.
Li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ji bo Endamê Meclîsa Rêveberiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Rêzan Cawîd (Yûsif Rebanî) li mala bavê wî pêr taziye hate danîn û bi hezaran kes ji bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê çûn serdana malbatê. Taziye di roja duyem de jî hatin qebûlkirin û bi sedan kes kom bi kom çûn serdana sersaxiya malbatê.

Bi hezaran kes çûn serdanê
Piştî belavbûna nûçeya şahîdbûna Rêzan Cawîd ê ji Mehabatê, ji Şino, Serdeşt, Urmiyeyê, Seqiz û Kirmaşanê xelk çû serdana mala bavê Şehîd Rêzan Cawîd a li Mehabadê û sersaxî  ji malbatê re xwest.
Qebûlkirina serdanên sersaxiyê ji bo Şehîd Rêzan Cawîd wê çend rojên din jî li mala bavê wî dewam bike. Mal li Kola Seyid Nîzam a Taxa Şafiîya ye û hejmara derî 13 e.

Biqasî daristanên Qendîlê 
Dayika şehîd Rêzan Cawîd, dema ku li dîmenên merasîma oxirkirina kurê xwe temaşe dikir, bi telefona destan dîmenê wê hat girtin û weşandin. Dayîka Şehîd Rêzan di wan kêliyan de got, “Serê te biqasî daristanên Qendîlê bilind e. Ez qurbana sempatîzanên te bibim, heger ez bimirim, çavên te şa bibin.”
Di medyaya dijîtal de ev dîmenê dayîka şehîd Rêzan Cawîd hat belavkirin. ew gaav li dîmenên merasîma ji bo şehîd Rêzan Cawîd dimihêre. Ew dibêje, “Ev televîzyon bi te ciwan bû, gula min ya sor. Ez dayîka Rêzan Cawîd im, xwe dikim qurban. Te ez mezin kirim, serê te bi qasî daristanên Qendîlê bilind e. Ez qurbana sempatîzanên te bim, heger ez bimirim çavên te şa bibin.”

Li Qamişloyê şehîd bûbû
Di bombebarana balafira bi çek a dewleta Tirk a 6’ê Tebaxa 2022’yan a li taxa Sinaa ya bajarê Qamişlo de 4 kes şehîd bûbûn û hinek birîndar bûn, yek ji wan Endamê Meclîsa Rêveberiya PJAK´ê û Hevserokê Berê yê Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Rêzan Cawîd (Yûsif Rebanî) bû. Ew ji bo bipêşxistina karûxebatên neteweyî çûbû Rojavayê Kurdistanê. Ew di êrişa 6´ê Tebaxê de bi giranî birîndar bûbû û li nexweşxaneyê tevî hewldanan hemûyan şehîd bû. 

Tola Rêzan Cawîd hilînin

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi daxuyaniyekê Fermandar Rêzan Cawîd bi bîr anî û bang li ciwanên Kurd kir da ku “Tola Rêzan Cawîd û hemû şehîdên Kurdistanê ji dewleta Tirk hilînin.”

PKK’ê ji ber şehadeta damezirîner û endamê rêveberiya Komalgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) û Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Rêzan Cawîd daxuyaniyek weşand.

Komîteyê got, “Piştî ku Alîkarê Hevserokên Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferhad Dêrik li Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin, endamê Koordînasyona KODAR’ê ku tevgera demokrasî û azadiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ye Rêzan Cawîd li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin ku ev yek nîşan dide; dewleta Tirk û rêveberiya faşîst a AKP-MHP’ê li ku dibe bila bibe, dijminê Kurdan hemûyan e û heger jê bê, dixwaze hemûyan qetil bike. Wê demê ji bo Kurdan pêwîstî û mecbûrî ye ku bibin yek, bibin xwedî dostên demokratîk, li dijî dewleta Tirk a dagirker qirker û faşîzma AKP-MHP’ê têkoşîna hevpar bikin. Bila kes nebe şirîkê qirkeriya dewleta Tirk. Kurd divê bi yekîtiya neteweyî li dijî qirkeriya dewleta Tirk têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê xurt bikin.

Li ser vê bingehê em Şehîd Rêzan Cawîd careke din bi rêz û minet bi bîr tînin, di serî de ciwanên Rojavayê Kurdistanê, em bang li tevahiya ciwanên Kurd dikin da ku beşdarî têkoşîna me ya azadiyê bibin û tola Rêzan Cawîd û şehîdên Kurdistanê hemûyan hilînin.”

NAVENDA NÛÇEYAN