Cenazeyê Endamê Tabûra Nemiran Rojhat Zîlan (Ozkan Şahîn) ê ku 1'ê Cotmehê li hemberî Wezareta Karên Hundir a Tirk çalakiya fedaî kir, li navçeya Erdîş a Wanê hate veşartin.

Polêsên Tirk cenaze revandin û bi şev birin Erdîşê.

Cenazeyê gerîla piştre li taxa Qeredoganê bi amadebûna ferdên malbatê hate veşartin.

Polîs û leşkerên dewleta Tirk a dagirker, dor li taxê girtin, nehiştin ku ji bilî ferdên malbatê kes tevlî merasîma cenaze bibin.

WAN