Parlamenterên HDP’ê bi mebesta rakirina tecrîdê, ber bi Wezareta Dadê ve meşiyan. Di çalakiyê de Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş got, “Li Tirkiyeyê tecrîd û êşkence heye. Sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin.” 

Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi serokatiya Serokwekîlên Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Sarûhan Oluç, bi rojeva girtiyên nexweş, şewitandina înfazên girtiyan û tecrîda li Îmraliyê, li eywana civînên çapemeniyê ya meclisê civiyan. Parlamenterên HDP’ê bi dovîzên “Bila girtiyên nexweş bên berdan”, “Dawî li înfazên derhiqûqî bînin”, “Dawî li tecrîdê bînin” û “Li dijî tecrîdê bêdeng nemîne”, ji meclisê heta Deriyê Dîkmenê meşiyan. Di meşê de li gel parlamenterên HDP’ê, her wiha Hevserokê kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk jî amade bû. Parlamenter, li pêşiya Deriyê Dîkmenê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin, lê piştî hevdîtinan, meşa xwe dewam kirin. Polêsan careke din jî hewlda pêşiya parlamenteran bigirin. 

Pêşiya parlamenteran cara sêyemîn li pêşiya wezareta karên hundir hat girtin. Parlamenteran tevî astengkirinên polêsan jî parlamenteran meşa xwe dewam kirin û xwe gihandin pêşiya wezareta dadê. 

  

Hevdîtina bi wezaretê re

Hevberdevka Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê Tulay Hatîmogûllari û Alî Kenanoglû ji bo daxwaza hevdîtinê ketin wezaretê. Piştî hevdîtina bi wezareta edaletê re jî parlamenteran daxuyanî da. 

Di daxuyaniyê de Beştaş got, wan bi wezaretê re peywendî daniye û dê di demeke herî kin de bi wezîrê dadê re hevdîtinê bikin: “Îro bernameyên wî hebûn. Binpêkirinên li girtîgehan, êşkence û tecrîd li her devera Tirkiyeyê zêde dibin. Rojane bi dehan miracaet tên kirin li cem her parlamenterê HDP´ê. Di serdan, hevdîtinên parêzer, rêxistinên maf, hiqûq û baroyan de xuya dibe ku girantirîn binpêkirinên di dîroka Tirkiyeyê de li girtîgehan hene. Daxwazên me yên hevdîtinê bi dengên AKP-MHP’ê tên redkirin. Ev tenê xebatên meclisê ne.”

Di dewamê de Beştaş diyar kir ku rojane agahiyên binpêkirin, şewitandina înfazan û mirinan dibihîzin û wiha pê de çû: “Têkoşîna me ji bo çareserkirina van pirsgirêkan e. Her wiha mînaka tecrîda li Îmraliyê di cîhanê de nîne û ev tecrîd didome. Ev tecrîd roj bi roj bêhtir tê girankirin. Ji 25’ê adara 2021’an heta niha ji birêz Ocalan û girtiyên din agahî nayên girtin. Malbat û parêzerên wan nizanin bê ka dijîn an na. Mînakeke pergala wiha di dinyayê de nîne û di tu rejîmên totalîter de jî nehatiye dîtin. Em baş pê dizanin ku encama polîtîkaya şer e. Lewma weke HDP’ê em têkoşîna aştiyê didin. Ev desthilatdarî hewl dide şer li 84 milyonan ferz bike. Ji bo domandina desthilatdariya xwe, tecrîdê weke ferz dibînin. Redkirina mafên bingehîn ên maf û azadiyê yên kurdan jî raste rast têkiliya xwe bi tecrîdê heye.” 

 

Ne heps in cihê kuştinê ne 

Beştaş, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di nava 9 mehên dawî de 62 cenaze ji girtîgehan derketin. Girtîgeh veguherîne cihên mirinê. Girtiyên nexweş tenê ji bo xatirxwestina ji malbatên xwe daxwaza azadiyê dikin. Her girtiyê nexweş ku me ji bo wê yan jî wî miracaet kiriye, cenazeyê wê yan jî wî ji hepsê derdikeve. Yên mirovan direvînin, tecawizkar, kujer, mafya û wekî din, bi qanûna înfazê hatin berdan. Lê dayikên girtî bi pitikên xwe, girtiyên nexweş û girtiyên siyasî yên emrê wan di ser 84 salan re nayên berdan. Em ê di demekî herî kin de bi wezîrê dadê re hevdîtineke rû bi rû bikin. Em ê vê rewşê ji wî re vebêjin. Êdî tehemûla me û malbatên girtiyan nemaye. Divê êşkence û tecrîd di zûtirin demê de bi dawî bibin û cenaze ji girtîgehan dernekevin.” 

MA/ENQERE