Rojev azadiya Rêber APO ye

Yekşem 30 Tîrmeh 2023 - 13:29

  • Cemîl Bayik:’’Li Îmraliyê siyaseta darvekirinê tê birêvebirin. Lewma divê li her qadê ji bo her kesê rojeva herî girîng azadiya fîzîkî ya Rêber Apo be. Eger rojev li ser vî esasî were avakirin, em dikarin siyaseta ku di şexsê Rêber Apo de li dijî Kurdan tê pêkanîn, pûç bikin.’’

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di bernameya taybet a di televîzyona Stêrk TV de li ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û salvegera fermana Şengalê nirxandin kirin.

Cemîl Bayik derbarê tecrîda mitlaq a li ser Rêber Abdullah Ocalan ev nirxandin kirin;’’ Her roja derbas dibe li qada navneteweyî nerazîbûnên li dijî siyaseta li hemberî Rêber Apo jî zêde dibin. Herî dawî li Lozanê konferansek hat kirin, hin biryar hatin girtin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, hin bang hatin kirin. Dîsa beriya çend rojan li Belçîkayê sendîkayan, hin rewşenbîran û şaredariyan civînek lidar xist. Di wê civînê de wan jî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bang kirin. Ez kesên ev bang kirine û di civînê de cih girtine pîroz dikim û silav dikim. Hem bi konferansa Lozanê û hem jî bi civîna li Belçîkayê, rûpelekî nû vekirin, pêngavekî nû pêş xistin. Tevgera me jî wê di vê pêngavê de cih bigire. Di demek nêz de li ser vî bingehî em dikarin hin pêngavan bavêjin. Bi vê wesîleyê ez bang li gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welêt dikim. Divê her Kurdek ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî di pêngavê de cih bigire û wezîfeya xwe pêk bîne. Dewleta Tirk a faşîst ti biryarek mirovî, exlaqî û hiqûqî nas nake. 

Siyaseta bidarvekirinê dimeşînin

Dewleta Tirk girîngiya Rêber Apo ya ji bo gelê Kurd û mirovahiyê dizane. Lewma êşkenceya li ser Rêber Apo zêde dikin. Hin rayedarên Tirk hene; hin axaftinên vala kirin. Ji Rêber Apo re gotin, “Eger tu daxwazên me qebûl nekî, em ê roj bi roj te bikujin.” Tûncer Kilinç (Sekreterê Giştî yê MGK’ê yê berê) wiha gotibû, “Li Îmraliyê her rojek mîna darvekirinê ye, em her roj wî darve dikin.” Li Îmraliyê bi temamî li ser vî bingehî siyasetê dimeşînin. Lewma divê li her qadê ji bo her kesê rojeva herî girîng azadiya fîzîkî ya Rêber Apo be. Eger rojev li ser vî esasî were avakirin, em dikarin siyaseta ku di şexsê Rêber Apo de li dijî Kurdan tê pêkanîn, pûç bikin. 

Pêngavên nû pêş dikevin

Gelê me vê siyaseta ku dewleta Tirk dimeşîne, baş fêm dike. Dibêjin ku her roj cezayê disîplînê didin Rêber Apo, bi vî rengî ji serdana parêzer û malbatan re dibin asteng. Em ji vir jî fêm dikin ku bi temamî biryarên siyasî dimeşînin. Rêber Apo jî li dijî vê siyaseta qirêj berxwedaneke dîrokî raber dike. Lewma dewleta Tirk dixwaze bi kîn û nefretê li dijî Rêber Apo encam werbigire. Ji bo ku dengê Rêber Apo negihije gel, tecrîdek evqas giran dimeşînin. Ez bawer dikim ku yên di Konferansa Lozanê û civîna li Belçîkayê de cih girtine, wê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêngavên nû pêş bixin û weke tevger em jî wê di vê pêngavê de cih bigirin. Em ê di rojên pêşiya xwe de jî vê yekê zelal bikin.

Bila Êzîdî ji xwe bawer bin

Armanca Fermana 74’emîn ew bû ku hemû Êzîdiyan qir bikin. Eger tam negihiştibin vê armanca xwe, ew bi saya PKK’ê ye. Eger 12 hevalên me yên herî destpêkê çûyîn xwedî li gel derneketiba, piştre YPG-YPJ neçûba, hêza HPG’ê neçûba û ew korîdora mirovahiyê nevebiba wê gelê Êzidî di qirkirinê re derbas kiriban. Gelê me yê Êzîdî îro ji beriya fermana 74’an bijî, bi hêztir e. Belê, êrîşên dewleta Tirk û Barzanîyan hene, ev nayê wê wateyê ku hemû pirsgirêkên wan çareser bûne. Lê tevî hemû pirsgirêkan saziyên xwe hene, êdî dikarin xwe biparêzin. Li ser vê bingehê tifaq çêkirin. Ev tifaq pir girîng e. Divê ji bo Şengal û xelkê Êzîdî statûyekê pêş bixin. Di wê tifaqê de ji bilî Êzidiyan gel û baweriyên din jî hene. Ger li ser vê bingehê bixebitin, Şengal dikare bibe xwedî statû. Ne tenê rewşa Êzidiyan her wiha Kurd û gelên din ên li Rojhilata Navîn dikaribû cuda bûya. Lewma wê berxwedanê ne tenê ji bo Êzidiyan, ji bo gelên din û mirovahiyê jî nirx afirand. Bila ji xwe bawer bin û tifaqê xurtir bikin. Ger li ser vê bingehê bi biryardarî û cesareteke mezin têbikoşin wê bigihêjin armancên xwe.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.