• Li derveyî Kurdistanê, Kurdistaniyan çalakiyên xwe yên şermezakirina bêbextiya navneteweyî zêde kirin. Ji Sydneyê heta bi Den Haagê, ji Kolnê heta bi Marsîlyayê, daxwaza Kurdistaniyan azadiya fizîkî ya Ocalan e. 

Dawiya hefteyê Kurdistaniyên li derveyî welêt li seranserê dinyayê bi çalakiyan bêbextiya navneteweyî ya 15´ê sibatê rûreş kir. Di gelek çalakiyan de Kurdistaniyan û dostên wan destek da xwendekarên Bogazîçiyê jî. Li bajarên Elmanyayê Koln, Dusiburg, Koln, Stuttgart, Bielefeld, Saarbrucken û gelek bajarên din, li bajarên Fransayê Marsîlya, Rennes, Vannes û Lorientê, li bajarên Swîsreyê Luzern û Bielê, li bajarê Holandayê Den Haagê, li bajarê Awustralyayê Sydneyê jî çalakiyên şermezarkirina komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hebûn.

KOLN: Pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewrûpayê, ji bo piştevaniya bi xwendekarên Bogazîçiyê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de grevên birçîbûnê yên li zindanan jî hatin silavkirin û doza azadiya Ocalan hat kirin. Çalakiyê li Bahnofvorplatzê dest pê kir. Di çalakiyê de Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Jinan, wêneyên Ocalan û pankart û dovîzên li ser wan nivîsandî “Her cih Bogazîçî, her cih berxwedan”, “Ji bo xwendekarên zanîngeha Bogazîçî azadî”, “Bogazîçî ne bi tenê ye”, “Ji Ocalan re azadî” û “Bêdeng nebe, ji bo grevên birçîbûnê piştevanî” hilgirtin. KON-MED’ê bi daxuyaniya xwe di çalakiyê de got, Rêber Abdullah Ocalan ji Tebaxa 2019’an ve bi kesekî re hevdîtin nekiriye û bi bîr xist ku ji 27’ê Mijdarê ve li girtîgehên Tirkiyeyê girtî bi dora 5 rojan di greva birçîbûnê de ne.

DUISBURG: Kurdistanî û dostên wan ji bo serbestkirina Abdullah Ocalan ji NY’ê re name şandin. Kurdistaniyan beriya ku nameya ji NY’ê re bişînin, li ser banga NCDK’ê li Konig Strasseyê çalakiyek li dar xist. Hevserokê NCDK´a Duisburgê Niyazî Oztaş got, di çarçoveya pêngava ji bo azadiya Rêberê Abdullah Ocalan de tişta bikeve ser milê wan, ew ê pêk bînin.

STUTTGART: Bi çalakiya li Meydana Kobanê, êrişên li dijî Hêzên Têkoşîna Yekbûyî û xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê jî hatin protestokirin. Di mîtîngê de pankarta li ser nivîsandî “Êrişa li dijî yekê ji me, êrişeke li dijî me hemûyan e” hilgirtin. Di çalakiyê de daxuyaniya HBDH’ê ya di derbarê grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Abdullah Ocalan jî hate xwendin.

SAARBRUCKEN

SAARBRUCKEN: Komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê, bi standa agahdarkirinê hate şermezarkirin. Çalakî bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a li Ewrûpayê (TJK-E) pêk hat û têkildarî tecrîdkirina şidandî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan agahî hatin dayin. Di çarçoveya pêngava "100 sedemên ji bo dadgehkirina dîktatorî" de îmze hatin komkirin.

BIELEFELD: Li vir bi mîtîngekê bêbextiya navneteweyî hate şermezarkirin. Di mîtîngê de kirinên PDK'ê yên li ser Şengalê jî hatin rûreşkirin. Mîtîng li ber gara trênan a Bielefeldê ji aliyê NCDK, TCŞ û TÊKO-JIN ve hate lidarxistin. SMJÊ, HCÊ, NAV-YEK û TAJÊ jî tevlî mîtîngê bûn. Çalakgeran daxwaza azadiya Ocalan kir. 

LUZERN: Li bajarê Luzernê yê Swîsreyê bi meşekê komploya navneteweyî hate protestokirin. Di meşê de tecrîdkirina Ocalan hat protestokirin. Kurdistanî bi pêşengiya CDK-S û YJK-S li Messeplatzê hatin ba hev û li vê derê mîtîngek lidarxistin. Hevserokê CDK-S’yê Alî Şîmşek got, “Heta ku tecrîdkirina Rêbertiya me bi dawî nebe, em çalakiyên xwe bi dawî nakin. Divê welatên Ewrûpayê baş bizanin ku ew piştgiriyê didin faşîzma Erdogan û dibin hevkarên qirkirina Kurdan.”

BIEL: Li pêşiya gara trênê mîtîngek hate lidarxistin. Çalakgerên Komuna Jinan a Arîn Mîrxan çalakî li dar xistin û li dijî tecrîdkirina Ocalan û faşîzma Erdogan slogan gotin.

RENNES: Kurdistanî û dostên li ber Şaredariya Hennebontê hatin gel hev, li navenda bajêr bi pankartan komploya navneteweyî şermezar kirin. Çalakger qederê 20 kîlometreyan meşiyan. Çalakgeran di çarçoveya kampanyaya ji bo şikandina tecrîdkirina Abdullah Ocalan û azadiya wî jî name ji NY’ê re şandin. Wan ji bo kampanyaya “100 sedem ji bo darizandina dîktator, 100 hezar îmze” jî îmze hatin komkirin.

LORIENT: Kurdistanî û dostên wan li Place Arîstîd-Bîrand a li navenda bajêr jî mîtîngek hate lidarxistin. Di çalakiyê de hat gotin, bi helwêstax we Abdullah Ocalan û gelê Kurd komploya navneteweyî pûç kiriye. Çalakgeran bang kir da ku xwedî li grevên birçîbûnê yên li hepsên dewleta Tirk ên li dijî tecrîdê bê derketin.

MARSÎLYA: Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) danê êvarê li taxa Belle de Mai kom bûn û bi wêneyên Ocalan meşiyan. Çalakgeran komplo şermezar kir û daxwaza azadiya Ocalan kir. Ciwanan bi meşaleyên rengîn bala mirovên li derdorê kişand ser çalakiya xwe û piştre li navenda bajêr daxuyaniyek da û xwest Ocalan bê serbestkirin.

DEN HAAG: Li pêşiya Meclîsa Holandayê di çarçoveya pêngava "Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye" çalakiyek hat lidarxistin. Çalakgeran tecrîdkirina Ocalan şermezar kir û îşaret bi berxwedana greva birçîbûnê ya li hepsên dewleta Tirk kir.

SYDNEY: Bi karwanekî wesaîtan 15'ê Sibatê hate şermezarkirin. Kurdistanî tevî dostên xwe li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) kom bûn û bi konvoyekê, komploya 15'ê Sibatê û tecrîd şermezar kirin. Çalakgeran doza azadiya Abdullah Ocalan kir. Hevserokên NCDK'ê xwestin, tecrîd û dîlgirtina 22 salan a Ocalan tavilê bi dawî bibe.

FRANKFURT

Em hêzên pêşeng in


Kurdistanî û înternasyonalîstan şemiya bihurî li bajarê Elmanyayê Frankfurtê meşek li dar xist. Çalakiya wan a pêşî li bajarê Hanauyê bû. Doh jî ew li Mainzê bûn.

Di çalakiya li Frankfurtê de pêr çalakgerên "Make Rojava Green Again" ji bo Anna Campbell (Hêlîn Qereçox) a li Rojava şehîdbûyî şitlek danî. Li vir çalakgeran daxuyanî da û got, "Ji bo bibîranîna şehîdên têkoşîna şoreşgerî, ji bo Anna Campbell (Hêlîn Qereçox) a tevlî nav refên Şoreşa Rojava bû û di êrişeke xayînane de şehîdbûyî, me şitlek danî, darek çand. Ev dar nîşana hêviyê ye ji bo me. Çawa ku oksîjenê dide dinyayê, hêza dewamkirinê jî dide me. Em têkoşîna şehîdên xwe dewr digirin."

Li semta Bornheim a Frankfurtê, bi berdilkên li ser wan nivîsandî "Dem hatiye, ji Ocalan re azadî" û bi hilgirtina pankartên li ser wan nivîsandî "Em ê 15´ê Sibatê nedin jibîrkirin", "Her der Bogazîçî ye" û posterên Ocalan, ciwan û înternasyonalîst meşiyan. Di meşê de ciwanên înternasyonalîst li pêş bûn. Ciwan 10 kîlometroyan meşiyan û belavokên li dijî bêbextiya navneteweyî ya 15´ê Sibatê belav kirin. Ciwanan li Meydana Hauptwache jî mîtîngek li dar xist. Li vir hem komplo hat rûreşkirin û hem jî piştgiriya xwendarên Zanîngeha Bogazîçiyê hat kirin.

Doh jî ciwan li bajarê Mainzê li Meydana Domplatzê civiyan û mîtîngek li dar xist. Jinên Xwendekar ên ji Kurdistanê (JXK) û rêxistinên din ên ciwanan, got, ew hêzên pêşeng ên berxwedanê ne. Di çalakiyê de ji bo piştgiriya xwendekarên Bogazîçiyê jî panelek hat lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN