Rojên xweş çûn çopê!

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 10 Cotmeh 2024 - 00:29

Xebatkarekî Muzeya LAM a li Hollandayê qutiyên bîrayê yên ku weke berhemeke hunerî dahitin nîşandan avêtin çopê! Kuratorê pêşangehê piştî ku ferq kir xebatkar berhem avêtiye çopê careke din ji çopê derxist û danî cihê wî yê berê.

Hunermendê Fransî Alaxandre Levet navê “All The Good Times We Spent Together” (Rojên xweş ên ku me bi hevre derbas kir” li berhema xwe ya ku ji qutiyên bîrayan kiriye. Berdevkê muzeyê da zanîn ku wan bi zanebûn, ji bo ku berhem balê bikşîne li asansorê bi cih kirine lê xebatkarê muzeyê gava asansor paqij kiriye bêyî ku zanibe ew berhemeke hunerî ye avêtiye çopê. 

Di sala 2023’an de jî galeriyeke Seulê mûzên ku ji hêla hunermendê Îtalyanî Maurizio Cattelan weke berhemeke hunerî bi dîwar ve hatibû zeliqandin, ji hêla serdêrekî galeriye ve hatibû xwarin.

AMSTERDAM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.