Rojên Rêber Abdullah Ocalan

În 11 Cotmeh 2024 - 02:55

Rojên Abdullah Ocalan ên Cîhanê ku bi boneya yekemîn salvegera kapêngava cîhanî ya "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” tê lidarxistin, bi boneya salvegera Komploya 9'ê Cotmehê bi çalakiyên cuda dewam dike.

ELMANYA

Jiyana Jîn û Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a Kielê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, li qada bajarê Kîel ê Elmanyayê stand vekirin. Çalakgeran li standê pirtûkên Rêberê Gelê Kurd dan nasandin û belavok belav kirin.

Li Rathausplatz a navenda bajarê Freîbûrgê standa agahdarkirinê hat vekirin. Di standa ku ji aliyê Meclîsa Jinê ya Nûda ve hat vekirin de danezana Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) hat xwendin û li derdorê hat belavkirin.

Li bajarê Frankfurtû bi dehan Kurdistanî û dostên Elman hatin ba hev û kon vedan.

Li bajarê Manheimê standa sê rojî ya agahdariyê li Paradeplatzê hat danîn. Her wiha ji bo mitînga mezin ya 16'ê Mijdarê li Kolnê bang hate kirin.

Kurdan li Munihê stand danî. Polîsên Elman mudaxeleyî standê kir û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan rakirin. Çalakî tevî provokasyona polîsan bi dirûşmeyan bi dawî bû.

Li Duisburgê jî li dijî Komploya Navneteweyî mîtîng hate lidarxistin. Di mîtîngê de bal kişandin bi ser Komploya 9’ê Cotmehê.

Ciwanên Tevgera Jinên Ciwanên Têkşer (TekoJIN) jî Berlînê li dijî Komploya 9’ê Cotmehê çalakiyek li dar xistin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku heta azadiya Rêber Abdullah Ocalan ew ê têkoşînê geş bikin. 

Li bajarê Heilbronnê ciwanan li Kiliansplatzê bi dehan pankartên bi zimanê Elmanî yên bi gotinên Rêber Abdullah Ocalan hatibûn amadekirin, hildan. 

Li Hamburgê jî bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li dijî Komploya Navneteweyî mîtîngek hat lidarxistin. Endamê TCŞ’ê Ramazan Karahan daxuyanî xwend. Karahan bal kişand bi ser Komploya Navneteweyî û tecrîda mutlaq a Îmraliyê. 

Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ji aliyê Meclîsa Jinê û Meclîsa Gel a Herêmê ve stand hate vekirin. Di standê de broşûrên derbarê jiyana Rêber Abdullah Ocalan de hatin belavkirin. 

SWÎSRE

Li bajarê Luzernê di standa agahdarkirinê ya bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan a li navenda bajêr hat vekirin de der barê komploya 9’ê Cotmehê de raya giştî hat agahdarkirin. Herwiha bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan belgefîlma “Dîroka ji Agir” ya têkildarî pêvajoyên dîrokî ya komploya 9’ê Cotmehê hate temaşekirin.

Li bajarên Aarau û St. Gallenê jî di çarçoveya kampanyaya Tîrêjên Rojê de belgefîlma “Dîroka ji Agir” hate pêşandan. 

Li Cenevreyê çalakiyên xwendinê pêk hatin. 

FRANSA

Di çarçoveya hemleya Tîrêjên Rojê ya di 26’emîn salvegera Komploya 9'ê Cotmehê de, Komuna Jinê ya Zîn li Qada Kleber a Strasburg ê standa agahdarkirinê vekir. Qertên gotinên Rêber Abdullah Ocalan li ser hatibûn nivîsandin xistin nava kulîlkan û li derdorê belav kirin. 

SWÊD

Di çarçoveya "Pêngava ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" de ciwanan li Stockholmê dest bi çalakiyên cihêreng kirin. Ciwanên Kurd bi dostên Kurdan re, hemû kolanên bajar bi afîş û pankartên azadî ji Abdullah Ocalan re xemilandin. Ciwanan 50 taxên bajêr diyar kirin û wê çalakiyên xwe heta 12'ê Cotmehê berdewam bikin.

QIBRIS

Kurd û dostên wan li bajarê Lîmasol ê Qibrisê komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê bi meş û mîtîngekê protesto kirin. Meş bi pêşengiya Meclîsa Gel a Kurd a Qibrisê hat lidarxistin. Beriya meşê li kolana herî qelebalix a bajêr stand hat vekirin û bi sedan belavok hatin belavkirin.

ÎNGÎLÎSTAN

Tevgera Ciwanên Şoreşger di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” li Londonê, Meşa Dirêj a sê rojan dan dest pê kirin. Meşa Dirêj di roja duyemîn de berdewam dike. Meşvan li taxa yekem a ku qada turîstîk û populer a Londonê ye meşiyan û derdor eleqeyek mezin nîşanî meşê dan. Meşa ji Liverpool Streetê dest pê kir û heta Qada Trafalgarê berdewam kir.

SPANYA

Sendîkaya Piştevaniya bi Karkeran re ya welatê Baskê (ELA) li hemberî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan çalakiyek lidar xist. Çalakî li Zumarraga ya li Gipuzkoayê pêk hat û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd peyam hate dayin. Di daxuyaniyê de hate gotin:"Bi sendîka, rêxistinên siyasî û civakî yên li tevahiya cîhanê re em dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe û çareseriyeke siyasî ji pirsgirêka Kurd re bê dîtin."

MEKSÎKA

Di çarçoveya Abdullah Ocalan ên Cîhanê de li Navenda Çandê ya La Resistancia ya paytexta Meksîka Meksîco City di 3’ê Cotmehê de pêşangeha “Fikir, Zikir-Çalakî” hatibû vekirin, didome. Pêşageh ji aliyê Komîteya Piştevaniya bi Tevgera Jinên Kurdistanê û xebatkarên Navenda Çandê ya La Resistancia ve hat organîzekirin û çalakiyên curbecur ên li Navenda Çandê tên lidarxistin bala beşdaran dikşîne ser xwe. Nivîskarê Ûrûgûayî Raûl Zîbechî ku weke axaftvan beşdarî semînera li dijî kapîtalîzmê bû, li ser pêngava ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd hatiye destpêkirin nêrînên xwe parve kir. Rojnamevan Gloria Munoz Ramîrez ku beşdarî heman semînerê bû bi dîmen piştgiriya xwe anî ziman.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.