Rojên Ma Musicê dewam dikin

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 5 Hezîran 2024 - 00:50

Akademiya Ma Musicê bi Koroya Zarok Ma, Orkestraya Rîtmên Xwezayî, Dîwanên sentur û tembûrê ziyafeteke xweşik a muzîkê dan xelkê Amedê. 

Akadimiya Ma Musicê 1’ê Hezîranê “Rojên Ma Musicê” dabû dest pê kirin. Di vê çarçoveyê de li ÇandAmed a Şaredariya Mezin a Bajarê Amedê gelek zarok derketin ser dikê û stranên Kurdî gotin. Zarokên derketin ser dikê bi cilûbergên xwe yên Kurdî sehneyê rengîntir kirin.

Perwerdekarên Akademiya Ma Musicê dan zanîn ku ew ê di her şert û mercan de hewl bidin muzîka Kurdî fêrî zarokan bikin û ji malbatên zarokan re wiha gotin; “We em bi tenê nehiştin, we dîsa salonê tije kir. Em spasdarê we ne. Di rojên teng û tarî de em her tim bi hev re bûn emê di rojên xweş de jî her bi hevre bin.”

Di dawiya şahiyê de perwerdekarên Akademiya Ma Musicê dagirkirina Şaredariya Colemêrgê ya ji hêla qeyûm ve şermezar kirin û gotin em ê li hember van zextan bisekinin.

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.