Rojên Ma Musicê dest pê kirin

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 3 Hezîran 2024 - 00:10

Rojên Ma Musicê bi çalakiyên Zaroka Ma’yê li “Kent Meydanı” ya Peyasê dest pê kirin.

Ma Music Akademi ku xebatên muzîkê li Amedê bi rêve dibe cara 6’an Rojên Ma Musicê li dar dixin. Wan çalakiyên xwe yên îsal diyarî hunermend Rênçber Ezîz kiribû. 

Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Serra Bucak, Dogan Hatun, Hevşaredarên Şaredariya Peyasê Berîvan Sîncar û Cengîz Dundar û Tevgera Jinên Azad (TJA) beşdarî çalakiya muzîkê bûn. Her wiha ji saziyên din jî gelek kes li çalakiyê hazir bûn.

Di roja ewil ya çalakiyan de Zarok Ma, Trîo Tembûr, Koroya Zarokan û Orkestraya Rîtmên Xwezayî derketin ser dikê û stranan gotin. Zarok bi cilûbergên xwe yên kurdî derketin ser dikê û bi stranên xwe hunermendên nemir ên Kurd bibîranîn.

Rojên Ma Musicê heya 12’ê Hezîranê bi çalakiyên cuda dewam dikin.

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.