Rojên Diyalogê

Şemî 15 Hezîran 2024 - 03:15

  • Bi dirûşmeya 'Rojên Diyalogê yên bi Ocalan re' wê di navbera 15-22'ê Hezîranê de li zêdeyî 50 bajaran çalakî bêne lidarxistin. Çalakî wê li ser tecrîda Îmraliyê û paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan pêk bên.

Rêber Abdullah Ocalan zêdeyî 25 sal in li Girtîgeha Girava Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de ye û 39 meh in bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin. Di serî de Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) saziyên pêwendîdar têkildarî mijarê xwe bêdeng kirine. Li aliyê din di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' ku 10'ê Cotmeha 2023'an destpê kir, çalakî her roj zêde dibin û li nava gelên cîhanê belav dibin.

Li zêdeyî 50 bajaran çalakî

Di çarçoveya pêngava azadiyê de wê di navbera 15-22'ê Hezîranê de bi navê 'Rojên Diyalogê yên bi Abdullah Ocalan re' li Fînlandiya, Swêd, Fransa, Elmanya, Katalonya, Yûnanistan, Îtalya, Swîsre, Kolombiya, Qibris, Belçîka, Îngilistan, Polonya, Slovenya, Kenya û gelek welatan rêze çalakî bêne lidarxistin.

Çalakî wê li ser mijarên bêhiqûqiya li Îmraliyê bêne lidarxistin, di heman demê de wê girîngî û wateya paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan a ji bo gelan bê nirxandin. Li zêdeyî 50 bajarên 15 welatên cuda wê pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan bêne nasandin, nivîsên wî yên li girtîgehê bêne xwendin, têkildarî tecrîda li Îmraliyê standên agahdarkirinê bêne danîn, konferans, panel, şano, çalakiyên hunerî, mîtîng, weşanên radyoyê û gelek çalakiyên cuda bêne lidarxistin.

CPT û DMME’yê berpirsiyar in

Endamên înîsiyatîfa kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' bang li her kesî kirin ku tevlî çalakiyên 'Rojên Diyalogê yên bi Abdullah Ocalan re' bibin û fikrên Rêber Abdullah Ocalan belav bikin. Endamên înîsiyatîfê diyar kirin ku çalakî wê di çarçoveya diyaloga bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan re pêk werin û bal birin ser asta tecrîd û êşkenceya giran a li Îmraliyê. Her wiha bi bîr xistin ku CPT û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê erk û wezîfeyên xwe bi cih naynin û destnîşan kirin ku berpirsyarê tecrîda li Îmraliyê ne tenê dewleta Tirk e, di heman demê de ew saziyên pêwendîdar in ku li pêşberî tecrîd xwe bêdeng dikin.

Fikrên wî ji bo me pisûla ye

Endamên înîsiyatîfê işaret bi girîngiya fikrên Rêber Abdullah Ocalan kirin û gotin:"Nivîsên Abdullah Ocalan ji entelektuelan, ramangerên azad, zanyaran, karkeran, aktîvîstan, hunermendan, sendîkavanan, tevgerên civakî, siyasetmedar û civakan re dibe çavkaniya sûdwergirtinê. Abdullah Ocalan beriya 25 salan piştî komployeke navneteweyî weke lîderekî Kurd ji Sûriyeyê çû û piştî bi salan weke pêşengekî civakê yê demokratîk û bi bandor vegeriya. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser bingeha fikrên demokrasiya radîkal, ekolojî û azadîparêziya jinê yê Abdullah Ocalan sîstemeke xweser, civakî ya ku xwe bi xwe bi rê ve dibe ava bû. Felsefeya Abdullah Ocalan ji aliyê pêkhatina sîstemeke civakî ya demokratîk ve jinûve hêviyê dide me. Li hucreya girtîgehê dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' formule kir; di sedsala 21'ê de dirûşma têkoşîna azadiya jinê ji bo hemû jinên têkoşer û berxwedêr bû pûsûla."

Endamên înîsiyatîfê destnîşan kirin ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo paşerojê rê nîşan dide.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.