MURAT AYDIN/NURNBERG
Li bajarê Elmnayayê Nurnbergê, Mala Gel a Medyayê bi awayekî ji rêûresmê, her sal Rojên Çanda Kurdî di meha Gulanê de li dar dixe. Pêr Rojên Çanda Kurdî yên Nurnbergê yên 12´an dest pê kir.
Rojên çandê bi vegirtina Konêr Reş ê Çandê li Villa Leonê dest pê kir. Bi vegirtina Konê Reş re ji dîrok û jiyanan Kurdan hin beş jî hatin danasîn. Li ber Konê Reş, Koma Şehîd Zulkuf a ku li Mala Gel a Medyayê xebatên çandê dimeşîne, hunerê xwe yê govendên gelêrî li ber dahol û zirnê nîşan da.
Jin jiyan azadî
Slogana îsal a Rojên Çanda Kurdî yên Nurnbergê îsal “Jin jiyan azadî” ye. Piştî govendê û vegirtina Konê Reş, li nava hola Villa Leonê axaftina destpêkê û bixêrhatina xelkê hat kirin. Piştî wê jî Ayfer Duztaş stranên xwe yên bi Kurmancî û Kirmanckî gotin. Îro jî wê li hola sînemayê "K4 Filmhaus" filmê Kobanê yê bi derhêneriya Ozlem Yaşar hat nîşandan.
Heta 20 Gulanê dewam dike
Heta ku rojên çandê dewam bikin, yanî heta 20´ê Gulanê, xelk wê karibe biçe serdana Konê Reş ê li ber Villa Leonê û li çaya xwe vexwin. Çar rojan wê xwarinên Kurdî bên çêkirin. Îro jî bi moderatoriya Azad Yusuf Bingol û beşdariya parlamenterê berê yê HDP´ê Lezgîn Botan, parlamenterê eyaleta Hamburgê Martin Dolzer û siyasetzana li GIGA´yê Dastan Jasim, wê panelek bê lidarxistin. Di konsera roja dawî ya li derve ya li Villa Leonê de Şivan Perwer wê derkeve ser dikê.