Rojeke jinan mîna Newrozê

Nûçeyên Jin

Sêşem 9 Adar 2021 - 01:59

  • Ji Amed û Wanê heta bi Dêrik, Heleb û Dêrazorê, dîsa ji Şengalê heta bi Silêmaniyê û ji wir li gelek navendên Ewrûpayê bi coş û xuroş hat pîrozkirin.

8ʼê Adarê Roja Jinan a Cîhanê îsal mîna Newrozê pêk hat. Pîrozbahiyên çend roj berê dest pê kirin di 8ʼê Adarê de mîna Newrozekê pêk hatin. Ji Amed û Wanê heta bi Dêrik, Heleb û Dêrazorê, dîsa ji Şengalê heta bi Silêmaniyê û ji wir li gelek navendên Ewrûpayê bi coş û xuroş hat pîrozkirin.

Amed

Ji Amedê heta Wanê

Mîtînga 8’ê Adarê ya Amedê bi dirûşma “Em li dijî qirkirina jinê jiyanê, li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin” dest pê kir. Jinan bi cil û bergên xwe yên rengîn qad xemilandin.

Bi pêşengiya Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKP) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Amedê bi dirûşma "Em li dijî qirkirina jinê jiyanê, li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin" li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtîng pêk hat.  Di qada mîtîngê de pankartên wekî “Em li her derê ne, dê serdestiya mêr têk bibin", "Bijî 8'ê Adarê", "Ji bo azadiya jinan, destpêkê edalet" vekirin. 

Wan

Li Wanê coş û kelecana pîrozbahiya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hêjayî dîtinê bû. Jinên Wanî ji bo beşdarî mîtînga 8'ê Adarê ya di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de tê li darxistin bibin, berê xwe dan Parka Musa Anter a li Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê. TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê bi şîara “Em li dijî qirkirina jinê jiyanê, li dijî tecrîdê em azadiyê diparêzin" mîting pêk anîn. Jinên herikîn qada mîtîngê, qad bi nepoxên spî û xemrî xemilandin. Dîsa pankarta "Serhildana me ji bo azadiya me ye" vekirin. Jinên ji Agirî, Qers, Îdîr û Colemêrgê jî hatibûn beşdar bûn.
Wekî din, li bajarên din ên Bakurê Kurdistanê, li Mêrdîn, Semsûr, Çewlîk, Riha, Osmaniye û Hatayê jî çalakî pêk hatin.

Ji Dêrikê heta Helebê

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî pîrozbahiyên 8`ê Adarê li gelek deveran bi beşdariyeke xurt pêk hat.

Ji Dêrikê heta Helebê, li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûrî pîrozbahiyên 8ʼê Adarê pêk hatin. Pêkhateyên herêmê hemû beşdar bûn.
Jinên Bakur û Rojhilatê Sûrî bi cilên xwe yên folklorî berê xwe dane cihên pîrozbahiyan. Jinan wêneyên têkoşerên azadiyê û jinên sembol rakirin.
Li Qamişlo pîrozbahî li hola Seyranê ya rojhilatê Qamişlo, li Amûdê pîrzobahî li gundê Girê Moza yê li rojhilatê navenda navçeyê li ser rêya di navbera Amûdê û Qamişlo de, li Girkê Legê û bajarokên girêdayî wê, li bajarê Dêrikê şahî li yarîgeha Dêrikê, li Tirbespiyê û Til Hemîs, li Reqa, Tebqa, gundewarên Dêrazorê û bajarê Minbicê tê lidarxistin.

Wekî din, pîrozbahî li navçeya Ehdas a girêdayî kantona Şehbayê, li Hesekê li bendava rojhilat, li Dirbêsiyê li garaca navenda navçeyê, li Til Temir li pêşiya Meclîsa Malbatên Şehîdan, li Helebê li herêma Şiqeyêf a li bakurê taxa Şêxmeqsûd û li Kobanê li ser rêya Helincê ya li başûr rojhilatê navenda bajêr pîrozbahî pêk hatin.

Şengal

Ji Şengal heta Koyê

Li Başûrê Kurdistanê, li Şengal, Silêmanî, Kelar, Helebçe û Koyê bi çalakiyên cûrbicûr 8ʼê Adarê roja jinan a cîhanê hat pîrozkirin.

Li Geliyê Kersê yê li Çiyayê Şengalê bi beşdariya girseyeke jinan pîrozbahiya 8’ê Adarê pêk hat.

Li ber derê zanîngeha Helebceyê, şitlên daran hatin çandin û jinan got, kesên tundûtujiyê dikin tên berdan, ji ber wê jî tundûtujî zêde dibe.

Endama Desteya Rêveberiya Polîtburoya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed 8’ê Adarê li hemû jinan, bi taybet jinên şervan pîroz kir.

Li navçeya Kelar endamên Komeleya Afretên Kurdistan ya ser bi Hizba Komunîst, bi boneya 8’ê Adarê şîrînahî li jinan belav kir.

Li navçeya Çemçemal ya ser bi Silêmaniyê, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û rizgarkirina Çemçemal ya ji rejîma Baasê, ji aliyê Rêveberiya Huner û Rewşenbîrî ya Çemçemalê ve şahiyek hate lidarxistin.

Fakûlteya Zanistî ya Civakî ya zanîngeha Koyeyê, bi Desteya Bilind ya Kar û Barê Xaniman û Yekîtiya Jinan a Kurdistanê re, der barê yasayên taybet ên der barê jinan de panelek pêşkêş kir.

Rejîma dijminê jinê

Hêzên rejîma Îranê rê nadin jin li Rojhilatê Kurdistanê 8’ê Adarê pîroz bikin. Hêzên rejîmê ji bo astengkirina pîrozbahiyên 8’ê Adarê, li nav bajarên Rojhilatê Kurdistanê hêz bi cih kirin.

Jinên Rojhilatê Kurdistanê xwestin li Sine û Merîwanê, 8’ê Adarê bi coş pîroz bikin. Lê hêzên rejîma Îranê, ji bo astengkirina pîrozbahiyan, hêz li nav bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi cih kirin. Rejîmê rê neda jin 8’ê Adarê pîroz bikin.

Li gorî agahiyan ku jêderên herêmê ragihandin, tevî astengiyan hemûyan jî jinan li gelek herêman 8’ê Adarê pîroz kirin.

Parîs

Ji qirkirina jinê re bes e

Li Ewrûpayê li gelek deveran çalakî pêk tên. Nexasim li Fransayê pêr gelek çalakiyên jinan hebûn û doh jî li Parîsê li meydana Republiqueʼyê tevgerên jinan û sendîka meşiyan. Li refên pêş jinên Kurd cih girtin û careke din xwestin dîktator were darizandin û qirkirina jinan bi dawî bibe.

Li kampa Lavrio ya Yewnanistanê jin kom bûn û dar çandin. Jinên Yewnan ên sosyalîst jî beşdarî vê çalakiyê bûn. Jinan destkariyên xwe jî nîşan dan. Li Atînayê jî jinan çalakiya 8ʼê Adarê pêkanîn.

Tevgera Jinên Ciwan ên Têkoşer bi wesîleya 8ʼê Adarê li bajarê Dortmund ê Elmanyayê mîtîng û semînerek li dar xist. Li paytexta Elmanyayê Berlînê jî jin li çalakiyê bûn.

 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.