- Beha Şêxo: Mihemed Şêxo digot ‘mebesta min ji gotina stranan ew e ku keda helbestvanên Kurd bi demê re neyê windakirin’. Bi vî şêwazî ew helbest kirin xwedî bask û li Kurdistanê belav kirin.
SÎMA BIROKÊ / ANHA/QAMIŞLO
33 sal di ser wefata Mihemed Şêxo re derbas bûn, belê deng û awazên wî di nava gelê Kurd de dijîn. Hunermend û birayê Mihemed Şêxo, Beha Şêxo dibêje, di salên 1965 û 1966`an de li dibistanê hunermend Aram Tîgran bi Mihemed Şêxo re stran gotine: “Yanî, peywendiya Mihemed Şêxo cara ewilî bi Aram Tîgran re çêbû.”
Ji ber qedexeya stranên Kurdî li Sûriyê, di 1969`an de hunermend Mihemed Şêxo berê xwe dide paytexta Lubnanê Beyrûtê. Li Beyrûtê 2 salan beşa muzîkê dixwîne û wek stranbêj û sazbend dibe endamê Yekitiya Hunermendên Lubnanî jî.
Li Lubnanê ji bo debara xwe bike, kar jî dike; li gel xwendinê, ew tev li komên muzîkê dibe; Koma Newroz, Koma Serkeftin û Koma Bihar. Ev her sê kom sala 1971`ê hatibûn damezirandin.
Tevlî şahiyên Beesê nabe
Mihemed Şêxo sala 1972`yan vedigere Rojava, li Rimêlanê kar dike, li wir serkêşiya tîma muzîkê jî dike. Ji ber ku naxwaze beşdarî şahiyeke Beesê bibe, dest ji kar berdide.
Di sala 1973`yan de bi qaçaxî diçe Başûrê Kurdistanê, paşê bere xwe dide paytexta Iraqê. Li wir di radyoya Bexdayê de kar dike û di demeke kurt de 10 stranan tomar dike. Piştî ku ji Bexdayê vedigere Başûrê Kurdistanê, televîzyona Kerkûkê 2 stranên wî dike vîdeo. Beha Şêxo li ser van klîpan got, “Heta niha em û hevalên wî li vîdeoyan digerin; ew klîp reş û spî ne.”
Girtin, êşkence û sirgûn
Piştî vegera li Rojavayê Kurdistanê, îstixbarata hikûmeta Şamê dev ji şopandina Mihemed Şêxo neqeriya, gelek caran ew girtin û êşkence lê kirin, hat lê ew ji helwêsta xwe venegeriya.
Di dema şoreşa 1974`an de Mihemed Şêxo xwest careke din biçe Başûrê Kurdistanê. Piştî têkçûna şoreşê li gel pêşmergeyan koçberî Rojhilatê Kurdistanê dibe, li wir di kampê de komeke muzîkê ji zarokan re ava dike. Wê demê ji bo qutkirina têkiliyên Şêxo bi hevalên wî yên rewşenbîr re, hêzên Îranê ew sirgûnî bajarekî derveyî Rojhilatê Kurdistanê kir.
Tevî ‘Ey Felek’ 14 kaset
Mihemed Şêxo yekem kasêta xwe “Ey Felek” dsala 1975`an de li Mehabadê derxist. Stranek bi zaravayê Soranî jî tê de hebû; Şêxo yekem hunermendê ji Rojava ye ku bi Soranî stran gotiye. Sala 1976`an kasêta xwe ya diduyê derxist; di salên 1980, 1981 û 1982`yan de kasêtên din jî derxistin. Hejmara kasêtên wî bi giştî dibe 14.
Bi vî awayî deng û awaza Mihemed Şêxo sînorên di navbera her çar parçeyên Kurdistanê de derbas dikirin.
Zêdetirî 120 stranên wî hene
Beha Şêxo li ser hiberîneriya birayê xwe dibêje, “Heta îro jî stranên ku Mihemed Şêxo gotine, nehatine hejmartin. Ji ber ku hin stran hene di şevbihêrkan de tenê carekê gotine û ji ber zexta hikûmetan kaxezên helbestan qetandine. Zêdetirî 120 stranên Mihemed Şêxo hene.
Me hin kasêtên nû li Başûrê Kurdistanê peyda kirine. Lêkolînên me hîn dewam dikin.”
Sala 1977`an dema ku Mihemed Şêxo li gundekî Rojhilatê Kurdistanê mamostetiya muzîkê û zimanê Erebî dikir, şagirta xwe ya bi navê Nesrîn Melek ya Kurd nas dike; paşêew bi hev re zewicîne. 4 zarok ji wan re çêdibin; Bêkes, Felek, Îbrahîm û Birûsk. Lê Bêkes hîna du mehî ji ber nexweşiyê wefat dike. Paşê Mihemed Şêxo tevî malbata xwe tevî zilma hikûmeta Şamê jî, vedigere Rojava.
Sala 1979`an li Qamişloyê Mihemed Şêxo û Beha Şêxo tomargehekê bi navê Felek vedikin, lê ji ber tomarkirina stranên li ser cejna Newrozê û neteweya Kurd, piştî bi 2 mehan hêzên rejîma Beesê, wê tomargehê digirin û 5 salan ew tomargeh girtî dimîne.
Ji bo ku keda helbestkaran winda nebe
Hunermend Beha Şêxo dibêje, Mihemed Şêxo qebûl nekiriye ji Kurdistanê derkeve.
Li ser xebatên wî yên hunerî jî Beha Şêxo dibêje, “Helbestên cûr bi cûr dikirin stran da ku ew helbest nemînin veşartî, hest û naveroka wan helbestan bi awaz û dengê xwe xweş dikir.”
Mihemed Şêxo helbestên 18 helbestkarên Kurd ên navdar bi awaz kirine û gotine. Beha Şêxo ji bo vê dibêje, “Mihemed Şêxo digot `mebesta min ji gotina stranan ew e ku keda helbestvanên Kurd bi demê re neyê windakirin`. Bi vî şêwazî ew helbest kirin xwedî bask û li Kurdistanê belav kirin.
Ya herî girîng li cem Mihemed Şêxo ew bû ku guhdar naveroka stranan nas bikin. Taybetmendiya dengê Mihemed Şêxo ti carî peyda nabe; zelalbûn, êş û xemgîniya deng ku ji dengê wî hatiye guhdarîkirin, ez kêm mîna wî dibînim. Bandora deng û stranên Mihemed Şêxo di malbatê de li ser min hebû, dengê bavê min jî hebû, Mihemed Şêxo jî bandora xwe ji dengê bavê min girt. Em bi xwe fêrî muzîk û gotina stranan bûne.”
Beha Şêxo balê dibe ser rola hunermendan û dibêje: “Erka hunermendan e ku bi rêya stranan êş û azarên gelê xwe bigihînin cîhanê.
Mihemed Şêxo ji bo bipêşxistina strana Kurdî, di hilbijartina gotinan de li helbestên bipeyam, biwate û di warê neteweyî û kurdewarî de serketî, digeriya. Bi vî awayî her dewam dikir, rojekê negot ez westiyam.”
Hunermend Mihemed Şêxo 9´ê Adara sala 1989`an ji ber nexweşiya lawaziya dil li mala xwe ya li taxa Xerbî ya Qamişloyê jiyana xwe ji dest dide.