Rojbûna Ocalan rojbûna me ye

Çarşem 29 Adar 2023 - 16:18

Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Zîlan Vejîn li ser 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û heman rojê damezirandina PJAK’ê ji ANF’ê re nirxand.

Vejîn ewilê bal kişand ser damezirandina partiya xwe PJAK’ê û got: “Di qonaxeke dîrokî de PJAK derket. Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li ser pêwîstiyên civakî û valatiya siyasî deketinek nû bû. Li qadekê valatiyek hebe, derketinên dîrokî pêk tên. Civak û ciwanên Kurd jî di nava lêgerînên nû û hewldanên nû de bûn."

Hevseroka PJAK'ê got, "Ji ber ku gel û civaka Kurdistanê xwedî şanseke mezin e ku Rêber Apo weke jidayikbûneke nû li hember wan alozî, krîz û projeyên netew-dewletê derket. 4’ê Nîsanê roja jidayikbûna Rêber Apo ye, wate jidayikbûna Rêber Apo xwedî taybetmendiyek girîng û wateyeke din a ji bo civaka Kurd heye. Civaka Kurd û bi taybet jin vê rojê weke dayikbûna xwe pênase dikin. Damezirandina PJAK’ê ya di 4’ê Nîsanê de jî xwedî taybetmendiyeke bi wate û girîng e ji bo gelên Rojhilatê Kurdistanê. PJAK li ber ronahiya felsefeya Rêber Apo hate damezirandin û heta îro jî li ser vê yekê berdewam e, berdewam jî dibe. Berî PJAK jî ava bibe civaka Rojhilatê Kurdistanê ji raman û felsefeya Rêber Apo agahdar bû. Berî avakirina PJAK’ê jin û ciwanên Rojhilatê Kurdistanê ji bo gihiştina azadî û demokrasiya rastî ku armanc dikir, li dorî felsefeya Rêber Apo bûn yek. 

Em rêxistinbûna jinê esas digrin

Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Rojhilatê Kurdistanê (PJAK) Zîlan Vejîn bal kişand ser rola jinê ya di nava PJAK’ê de û got; “PJAK azadiya jinê esas digire. Ji bo civak azad bibe divê jin azad bibe. Ji bo têkoşîna herî mezin a li dijî sîstema mêrserwer û nîjadperestî pêşxistina jinê esas digre. Ji ber ku azadiya jinê bi rêxistinkirinê pêkane. Rêxistin bingehê esasî yê famkirinê ye.  Hemû xebat û rêxistina me jinên Apoyî li ser bingehê hizirê azadiya jinê pêş ketiye. Xwe bi îrade dike û pêş dixe. Koletiya herî mezin azadiya herî mezin bidest dixe. Bindestiya mezin azadiya mezin bidest dixe. Rêber Apo gotiye; ‘Rizgariya jinê pêş rizgariya netew û welat tê.’ Wate eger jin kole be ti wateya azadî û welat nîne.

Yan guhertin yan tinebûn

Vejîn bal bire ser rewşa îro ya Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û got;“Îran û Rojhilatê Kurdistanê di qonaxeke zehmet û girîng re derbas dibin. Pêwîstiya Îranê bi guherîneke hiqûqî, siyasî, sîstem û rêveberiyê heye. Ev yek jî bi têgihiştineke civakî û tevlîbûna siyasî pêkan e. Ev qonaxa navber tije ye ji alozî û krîzan. Têkoşîn û berxwedana gelan û jinan wisa li sîstema netewe-dewlet û sermayedariyê kiriye ku divê xwe biguherîne, xwe neguherîne wê derbên mezin bixwe. Îran heger siyaseta demokratîk hilbijêre wê bikare li Rojhilata Navîn bibe xwedî rol. Heger na, têkoşîna gelan, jin û ciwanan a li hember êşkence, sêdare, jehrîkirina jinan û qetilkirina civakê, dawiyê li xwe bîne. Dînamîka civaka Îranê bihêz bûye û êdî astengiyan li pey xwe dihêle. Ev şoreş, teqez bi pêşengtiya jin û ciwanan, gelan wê bigihêje armanc û serketinê. Ev şoreş li Rojhilat û Îranê sînordar namîne û wê belavî cîhanê bibe. Jin wê bi felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ sîstem û hişmendiya mêrserwer têk bibin, jiyaneke xweş a hêja û hevpar a mirovahiyê bi zanista civakî, yekgirtî û aram ava bikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.