Navê Rojbîn (Fîdan Dogan) a ku yek ji şoreşgerên Kurd bû yên ku li Parîsê 9´ê Çileyî 2013´an hate şehîdkirin, wê li bajarê Rennesê li meydanekê bê kirin.
Meclîsa Jinê ya Rennesê, Meclîsa Gel a Amara û Komeleya Dostaniyê ya Kurd Broton ji bo navê Fîdan Dogan (Rojbîn) li kolan yan jî meydanekê bê kirin, dosya û pêşnûmeyek amade kir. Di Gulana 2022’yan de wan dosya pêşkêşî Şaredariya Rennesê kir û di nava salê de têkildarî pêşnûmeyê hevdîtin bi şaredariyê re hatibûn kirin.
Meclîsa Şaredariyê ya Rennesê ji bo nîqaşkirin û dengdana li ser pêşnûmeyê kom bû.
Piştî axaftina li ser mijarê dengdan hate kirin û biryar hate dayîn ku li meydana ku navê Fîdan Dogan lê bê kirin, tabloyên dîwar ên li ser biyografî û têkoşîna Fîdan Dogan bêne bicihkirin.
ANF / RENNES