Rojava xeta me ya sor e
Çarşem 8 Çile 2025 - 02:40
Dayikên ku tevlî çalakiya nobetê ya ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo dibin gotin:"Rojava xeta me ya sor e. Heta êrîş bi dawî bibin em ê li ser piyan bin." Çalakiya nobetê ya ku li sînora Nisêbîn-Qamişloyê ji ber êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê ya li hemberî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê didome. Dayikên ku tevlî çalakiya nobetê bûn ji ANF'ê re axivîn. Dayika bi navê Saîdê Yardim wiha axivî:"Ez ji Êlihê ji bo aştî û yekitî hatim. Em naxwazin tu kes bimire. Ji bo Rojava li vir in. Şer naxwazin, yekane armanca me aştî ye. Rojava xeta me ya sor e. Navnîşana çareseriyê Rêber Apo ye. Em dixwazin deriyê aştiyê vebe."
Dayika bi navê Maşallah Kaya jî got:"Em hêvî dikin ku hevdîtinên bi Rêbertî re tên kirin aştiyê bîne. Kurd û Tirk dikarin di nav aştiyê de bijîn. Êdî em naxwazin mirin çêbibe û şer bidome. Em dixwazin êrîşên li hemberî Rojava tavilê bidawî bibin. Ji bo aştiyê bila bi Rêbertiya me re rûnin.”
Dayika bi navê Fatma Kaplan jî wiha axivî:"Êdî pêwîstiya me bi dijmin nîne. Heger aştî dixwazin bila bi Rêber Apo re aştî çêkin. Bila pêşiya Rêbertiya me vebe. Rêbertiya me dadwerî û aştiyê dixwaze. Ew jî destê xwe dirêjî me dikin, lê di piştê de jî me dikûjin."
ANF/MÊRDÎN