Roja şemiyê 13 kes hatin darvekirin
Duşem 9 Sibat 2026 - 03:40

Li gorî HRANA’yê, rejîma Îranê di roja şemiyê de li bajarên cuda herî kêm 13 kes darve kir.
Li gorî agahiyên Human Rights Activists News Agency’ê (HRANA); di roja şemiyê de li bajarên cuda yên Îranê herî kêm 13 kes hatin darvekirin. Hat ragihandin ku ev darvekirin li bajarên Horremabad, Senendec, Dezful, Aligudarz, Kirmaşan, Yasuc, Nehavend, Zahidan, Hemedan û Girtîgeha Navendî ya Karajê ya li Tehranê pêk hatine.
HRANA’yê, da zanîn ku ev darvekirin parçeyeke polîtîkaya înfazkirinê ya rejîma Îranê ya demên dawî ye. Li gorî daneyên rêxistinê; ji 1’ê Çileya 2025’an heta 1’ê Çileya 2026’an li Îranê herî kêm 2 hezar û 63 kes hatin darvekirin. Ev hejmar nîşan dide ku rêjeya darvekirinên li Îranê li gorî par ji sedî 119 zêde bûye.
NAVENDA NÛÇEYAN














