Koordînasyona Jinên Ciwan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) çalakiya "Roja Dengbêjiyê" li dar xist. Gelek jin bi cilên xwe yên gelêrî beşdarî çalakiya li avahiya Başakşehira HDP'ê hat lidarxistin bûn.
Di çalakiyê de jinan diyar kir ku ew ê çanda xwe ya dengbêjiyê bi pêş bixin: "Em ê bi zimanê dayikê gotina stranan bidomînin. Em ê li dijî bişaftina ziman û çandê têkoşîna xwe bidomînin."
Jinan di çalakiyê de bal kişand ser roja 106’an (îro 107) a çalakiyên greva birçîbûnê û çalakiya greva birçîbûnê hat silavkirin. Jinan kilamên xwe li ser jinên di têkoşîna ji bo demokrasiyê jiyana xwe ji dest dane, gotin.
Endamên Koordînasyona Jinên Ciwan a HDP'ê bi erbaneyên xwe û bi kilamên xwe beşdarî çalakiyê bûn.
JINNEWS/STENBOL