Roja cilûbergên Kurdî

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 10 Adar 2022 - 22:18

  • Li Helebce û Kerkûkê ciwanan bi rasthatina Roja Cilûbergên Kurdî, dibistanên xwe bi cilûbergên Kurdî xemilandin.

Li Helebce û Kerkûkê ciwanan bi rasthatina Roja Cilûbergên Kurdî, dibistanên xwe bi cilûbergên Kurdî xemilandin.

Li Peymangeha Teknîkî ya Helebce bi gerandina govendê 10’ê Adarê Roja Cilûbergên Kurdî hate pîrozkirin. Mamoste, karmend û xwendekarên peymangehê bi cilûbergên Kurdî tevlî çalakiyê bûn.

Xwendekara Peymangeha Teknîk a Helebce Serîl Osman got: “Cihê kêfxweşiyê ye ku Kurd îro cilûbergên Kurdî li ber xwe dikin. Ji ber ku bi wergirtina cilûbergên reseniya neteweya xwe pêşanî cîhanê didin. Em miletê Kurd in û divê di her rojê de girîngiyê bidin cilûbergên Kurdî.”

Xwendekar Kalê Şiwan jî got, “Ev roj ji bo gelê Kurd gelekî girîng e. Ji ber ku wiha kir ku hest bi Kurdayetiya xwe bike. Em bi van cilên Kurdî dibêjin Kurd hene.”

Li dibistanan cilûbergên rengîn

Li bajarê Kerkûkê li dibistanan roja cilûbergên Kurdî hate pîrozkirin. Merasîma yekem a li Kerkûkê, li Dibistana Amadeyî ya Azadî ya kuran pêk hat. Merasîma duyem jî li Dibistana Amadeyî ya keçan pêk hat. Di merasîman de mamoste û xwendekaran cilûbergên Kurdî li xwe kirîbûn.

Xwendekaran tevî qedexeya hikûmeta navendî jî, alaya Herêma Kurdistanê hilda.

Zarokan jî cilûbergên Kurdî li ber xwe kirin 

Li Silêmaniyê li baxçeyên zarokan ên fermî û yên taybet jî zarokan bi pirranî cilûbergên Kurdî pêşwazî li vê rojê kirin.

Mamosta Baxçeyê Zarokan, Derya Nazim dibêje, pêwîst e dayik û bavê zarokan wiha wan perwerde bikin ku cilûbergên Kurdî yên resen biparêzin.

ROJNEWS / SILÊMANÎ-KERKÛK

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.