Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî û KCDK-E'yê 10'ê Cotmehê weke "Roja Azadî ji Ocalan re ya Navneteweyî" ragihandin û ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bang li her kesî kirin ku tevlî çalakiyên 10'ê Cotmehê bibin.
Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi daxuyaniyekê ragihand ku dem hatiye Rêber Abdullah Ocalan azad bibe û bang li alîgirên azadî û wekheviyê kir ku 10'ê Cotmehê tevlî çalakiyan bibin.
Di daxuyaniyê de tê bi bîr xistin ku Rêber Apo 22 sal in, di zindana li Îmraliyê de ye û tê gotin: “Îzolasyona giran a li ser Rêber Ocalan hatiye berfirehkirin û li çar parçeyên Kurdistanê weke amûreke şerê taybet li dijî gelê Kurd tê bikaranîn. Ev hewldana psîkolojîk a li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn, bi rengê dagirkerî, êşkence, destavêtin, lînç, komkujî û qirkirinê tê meşandin.
Azadiya Rêber Ocalan, bidawîbûna komkujî, dagirkerî û zextên faşîst ên li ser gelan bi berxwedan û têkoşîna hevpar a gelê Kurd û gelan dibe.
Yekane muxatebê bidawîkirina şer û pêkanîna çareseriyê Rêber Ocalan e. Lewma dixwazin wî bêdeng bikin û ji ber vê yekê tecrîd dikin. Çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna herêmê, dema ku Rêber Apo bi rengekî azad rola xwe lîst, hingî pêkane. Bi vê armancê em dibêjin 'DEM HATIYE, DIVÊ RÊBER OCALAN AZAD BIBE' û bang li mirovahiya pêşverû ya cîhanê, rewşenbîr, hunermend, ekolojîst, parêzvanên mafên jinan, alîgirên azadî û wekheviyê hemûyan dikin ku bi çalakiyên cihêreng û afirîner '10'ê Cotmehê Roja Azadî ji Ocalan re ya Cîhanê' pêşwazî bikin."
29ʼê Îlonê civîna çapemeniyê
KCDK-E ji bo destekdayînê, kampanya bi navê “JI OCALAN RA AZADÎ! DEMA DAWÎANÎNA FAŞÎZMÊ Û DAGİRKERIYÊ YE!” bang kir ku wê 29ʼê Îlonê roja Sêşemê saet li 11.00ʼan li Vor Reichstag Bundestag Platz der Republik 1, 11011 BerlinS-Bahn: Brandenburger Tor / Hauptbahnhofê civîna çapemeniyê pêk bînin.
NAVENDA NÛÇEYAN