Rihê vejînê li Snowdonê ye
Sêşem 13 Tebax 2024 - 03:05
- Kurd û dostên xwe yên li Ewrûpayê dest bi pîrozbahiyên Cejna Vejînê kirin.Kurd û dostên xwe hilkişiyan Çiyayê Snowdonê yê li Wasselê ya Galllerê û 15’ê Tebaxê li lûtkeyê çiya pîroz kirin. Li Elmanya û Swîsreyê jî Kurdan cejna xwe ya vejînê bi coş pîroz kirin.
Bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd a Lîverpoolê, pîrozbahiya 15'ê Tebaxê ya îsal li çiyayê herî bilind ê welatê Wales û Brîtanyayê li Snowdonê hate lidarxistin. Jin û ciwanên Kurd bi kincên 'gerîla' beşdarî meşa 15'ê Tebaxê bûn. Bi navê Meclîsa Gelê Kurd a Lîverpoolê Eylem Nemir di pîrozbahiyê de axivî û Pêngava 15'ê Tebaxê silav kir û got:"15'ê Tebaxê li dijî teslîmiyetê navê jiyana bi rûmet a şoreşgerî ye. Gerîlayên Kurdistanê yên leheng îro li dijî dagirkeran, li dijî faşîzm û qirkeriyê bi rengê herî lehengî li ber xwe didin." Piştî daxuyaniyê Kurdan li serê çiyayê Snowdonê govend gerandin.
HÎLDESHEÎM
Li bajarê Hildesheim ê Elmanyayê Kurd û dostên wan hatin ba hev û êrîşên ku li Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî çanda Kurdî tên kirin, protesto kirin. Piştî çalakiya protestoyê şahiya 15’ê Tebaxê hate lidarxistin. Çalakî li Marktplatz’ê li ber Şaredariyê destpê kir. Çalakvan di sûkê re derbas bûn û gihiştin Navenda Civaka Kurd a Demokratîk. Piştî çalakiyê Kurd û dostên wan li navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Hildesheim’ê hatin ba hev û Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê pîroz kirin. Ozgur Comert, Hêvî Çiya, Hîkmet Bira, Dimlî Amed û Koma Navend derketin ser dikê û li ber muzîkê govend gerandin. Şahî piştre bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
SAARBRÛCKEN
Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê bi merasîmekê hate pîrozkirin. Meclîsa Gel a Herêmê û Meclîsa Jinan pîrozbahî organîze kir. Pîrozbahî li parka Florianshutte hate lidarxistin. Di axaftina li ser navê KOMAW’ê hatî kirin de, Mahsum Korkmaz (Egîd) hate bîranîn. Di axaftina li ser navê Meclîsa Jinan a Êzidî hatî kirin de jî bal hate kişandin ser xiyaneta PDK’ê. Koroya zarokan, koma folklorê, tîma şanoyê, Hozan Amed û Hozan Zozan Zudem derketin ser dikê.
TÎCÎNO
Li Kantona Ticino ya Swîsreyê jî bi pêşengiya ciwanên Kurd û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) meş hate lidarxistin û berxwedana azadiyê ya ku PKK’ê 15’ê Tebaxa 1984’an dayî destpêkirin, hate silavkirin. Çalakvan li qada bajarê Giubiasco kom bûn û bi berzkirina dirûşmeyan heta qada bajarê Bellinzona meşiyan. Girseya ku hatî qadê, li ber stranên Kurdî govend gerandin. Piştî govendê bi çepik û berzkirina dirûşmeyan çalakî bi dawî bû.
AARAU
Meclîsa Gel a Şehîd Mehmet Tûnç û Meclîsa Jinê ya Rojbîn bi boneya 40’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê, li bajarê Aarau yê Swîsreyê seyran organîze kirin û şahiya “Cejna Vejînê” li dar xistin. Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Aarau Îdrîs Ûzkaş bi silavkirina beşdaran dest bi axaftinê kir û got:“Heta Rêber Apo azad nebe yek ji me azad nabe." Di pîrozbahiyê de li ser navê Meclîsa Jinê ya Rojbîn Rûken Amed axaftinek kurt kir û got:"Ev meşaleya azadiyê ya ku ji aliyê fermandarê mezin Mahsum Korkmaz ve hatiye pêxistin, li her derê didome.” Di çalakiyê de koma muzîkê û koma şanoyê, Koma Mîtra derketin ser dikê.
SOLOTHURN
Ciheke din a pîrozbahiyê bajarê Solothurn ê Swîsreyê bû. Gelek Kurd beşdarî seyrana ku bi boneya 15’ê Tebaxê ji aliyê Komuna Jinê ya Pinar û Meclîsa Gel a Solothurnê ve hat lidarxistin, bûn.
Li ser navê Komuna Jinê ya Pinarê Xecê Kaya di pîrozbahiyê de axivî û got:“Ev guleya yekem di heman demê de guleya li dijî desthilatdariya mêrê feodal ê paşverû bû.”
Hevserokên Civaka Kurd a Demokratîk a Solothurnê Kaya Demîr û Yeter Guzen jî gel silav kirin û li ser 15’ê Tebaxê nirxandin kirin. Siyasetmedarê Kurd Mehmet Ronahî jî got:"Heta ku Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad ava bibe, em ê têkoşîna xwe mezintir bikin.” Aktîvîst û siyasetmedarê Kurd Metîn Mîntaş jî got:“Berxwedana Rêbertî, berxwedana gerîla û berxwedana zindanan ji bo me çavkaniya îlhamê ye.” Piştî axaftinan gel bi dirûşme û tilîliyan govend gerandin.
NAVENDA NÛÇEYAN